Li Navenda Kaşûnê ya Kupkiranê ya li Agiriyê sezon vebû
Ağrı
AGRI (AA) - Navenda Kaşûnê ya Kupkiranê ya li Agiriyê sezon vekir û kaşûnhezan berê xwe dan navendê.
Li navenda kaşûnê ya 2 kîlometre dûrî navenda bajêr e, hefteya çûyî berf ket û pîst ji bo kaşûnê hatin amadekirin. Li navendê 3 pîstên dirêj ên 700 metreyî hene.
Kaşûnhezên ku berê xwe dan navendê, kaşûna ewil a sezonê kirin.
Li navendê her wiha malbatan xwe şiqitand û snowboard kir, zarokan jî bi xizekan xwe şiqitandin û kêf kirin.
Her wisa li navenda ku derfeta kaşûna şevê jî heye, liv û lebata roja ewil bi dronê hat kişandin.
Kaşûnhez Gokhan Polat ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku ew kêfxweş in ku sezon vebû.
Polat bal kişand ku welatî û zarok li navendê wextê xwe xweş derbas dikin û wiha dewam kir, "Pîsta me ya kaşûnê zehf mezin nîne, lê em zarokan tînin vir û em pêk va ji xwe ra kêfê dikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.