Li Sariqamîşa navçeya Qersê çem û golan qeşa girt
Kars
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ji ber serma û seqemê çem û golan qeşa girt.
Li Qersa ku germahiya hewayê bi qasî 10 pileyan daket binê sifirê, serma bandoreke neyênî li jiyana rojane dike.
Li bajêr qiravî ket ser dar û beran, hinek welatiyan ji bo parastina wesayitên xwe ew bi betanî û xalîçeyan nixûmandin.
Li Sariqamîşa ku car bi car termoetre lê di binê sifirê da 15 pileyan nîşan didin, çem û golan qeşa girt.
Ji ber serma û seqemê şembelîlkan xwe ji serbanan berda xware, qiravî ket ser dar û beran.
Ji welatiyan Natîg Velî destnîşan kir ku hewa gelekî sar e û got, "Li Newala Kewan qeşaya li ser latan dihile, dibe şembelîlk û dîmenekî xweşik derdikeve holê."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.