Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê ya winda hatibûn destpêkirin dewam dikin
Van
VAN (AA) - Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo Rojîn Kabaişa xwendekara zanîngehê ya winda hatibûn destpêkirin dewam dikin.
Kabaişa xwendekara Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (VYY) ya Beşa Geşepêdana Zarokan roja înê danê êvarê ji hewalên xwe ra got ku wê here peravê golê keviran kom bike.
Hevalên Kabaîşê ku jê tu xeber hilnedan, duh serê sibehê çûn peravê û di encama lêgerînê da têlefon û berguhika hevala xwe dîtin.
Li ser agahdarkirinê ekîbên Parastina Peravan yên Gola Wanê, ekîbên Amiriya Biroya Xizmetên Seyrê û Ekîbên Keştiyê yên Midûriyeta Ewlekariya Wanê digel ekîbên Amiriya Koma Binê Avê li Gola Wanê xebatên lêgerînê dan destpêkirin.
Ekîbên ku hatin peravê bi cîhazên ku binê avê ronî dikin va xebatên lêgerînê didomînin.