Jiyan

Li Xelatê berhevkirina gêlazan dest pê kir

Serdar Adıyaman  | 22.07.2024 - Rojanekırın : 22.07.2024
Li Xelatê berhevkirina gêlazan dest pê kir

Bitlis

 Li Xelata navçeya Bidlîsê berhevkirina gêlazan dest pê kir.

Li deverên bilind ên navçeyê gêlazên ku gihîştin, tên berhevkirin.

Cotkar Havva Çaglarê diyar kir ku wan îsal dereng dest bi berhevkirina gêlazan kir.

Çaglarê diyar kir, wê bi piştgiriya dewletê ji xwe ra baxçeyek çêkir û darên wê yên gêlezan her sal 20 ton gêlaz dide û wiha dewam kir, "Em niha li 2 hezar raqimî ne. Ji ber vê yekê li Tirkiyeyê herî dereng em gêlazan berhev dikin. Di baxçeyê me da 800 dar hene. Darên me nêzî 20 tonî gêlaz didin. Em gêlazan li nava welêt difiroşin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın