Jiyan

Mîkrobiyalîtên ku ji ber vekişîna Gola Wanê derdikevin holê balê dikişînin

Emre Ilıkan  | 21.03.2025 - Rojanekırın : 29.03.2025
Mîkrobiyalîtên ku ji ber vekişîna Gola Wanê derdikevin holê balê dikişînin

Van

 Gola Wanê ku ji ber guherînên demsalî, hişkayî û bixarbûnê asta ava wê kêm dibe, li keviyên wê mîkrobiyalît derdikevin holê.

Mîkrobiyalîtên ku di demên dawîn da ji ber vekişîna Gola Wanê derdikevin holê bala siruşthez û fotografhezan dikişînin.

Mîkrobiyalîtên ku çêbûna wan bi hezarên salan dikişîne û meziniya wan cihê cihê ye, dibin mijara xebatên zanistî.

Li taxên Altinsaç û Gorunduya ser bi Gevaşa navçeya Wanê, siruşthez çûn perava golê û bi beleman li cihên ku mîkrobiyalît lê hene geriyan.

Endamê Hîndekariyê yê Fakulteya Berhemên Avî ya Zanîngeha Yuzuncu Yil Wanê Doç. Dr. Ataman Altug Atici ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku di Gola Wanê da gelek mîkrobiyalît hatine dîtin.

Atici diyar kir ku ev li çavîkên zayîna avê yên nava golê da ev pêkhate berbiçavtir in û destnîşan kir ku mîkrobiyalît tehtikên zindî ne, di encama rûniştina kalsiyom karbonatê ya ji aliyê tertalên kîmyayî yên ku digihêjin siyanobakteriyan, va çêdibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın