Piştî ku mêrg û mexel di binê berfê da man, pez û berx cardin vegeriyan goman

Muş
Li Mûşê bi germbûna hewayê ra rêncberan pezê xwe berda çêrê, lê piştî ketina berfê birên pez cardin kirin goman.
Li Mûşê xwedîkirina pez zêde ye û seranserê zivistanê pez di goman da tê xwedîkirin. Bi germbûna hewayê ra rêncberên Mûşî pez berdabûn çêrê.
Lê ji ber ku sê roj in bi navber berf dibare û mêrg û mexel di binê berfê da man, rêncber mecbûr man û berê pez cardin da goman.
Li deverên bilind ên herêmê qalindahiya berfê heta 30 santêmî zêde bûye, berfa ku di nîsanê da ket û sermaya ku çêbû, kar û barên rêncberan zehmet kir.
Li gundên Koprucuk, Alabalik, Guzeldere û Golyaylayê yên ser navçeya Vartoyê berfê nişkê va dayê û rêncber tengasiyê dikişînin. Rêncberên van gundan bi xizekên hespan va gîhê dikişînin û didin heywanên xwe.
Erdal Firatê ku bi rêncberiya pez debara xwe dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku berf û sermayê bi rêncberan tengasî da kişandin.
Firat diyar kir ku di nîsanê da ketina berfê ew metel hiştin û wiha dewam kir:
"Nîsan hat em şa bûn, me heywanên xwe berda çêrê. Cardin berf ket û karê me zehmetir bû. Em niha rojê du danan ser berfê dirungê radixin û pez şîv û taştê dikin. Li gundê me 30 santêm berf ketiye."
Rêncber Yuksel Demir jî got ku her çend ew di nîsanê da bin jî hê bi xizekên hespan va ji pez û berxan ra gîhê dikişînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.