Jiyan

Rengên biharê yên Munzurê bala fotografhezan dikişînin

Sidar Can Eren  | 15.04.2025 - Rojanekırın : 16.04.2025
Rengên biharê yên Munzurê bala fotografhezan dikişînin

Tunceli

 Li Ovacixa navçeya Tunceliyê, bi helîna berfê ra kulîlkên biharê yên ku li quntarên Çiyayê Munzurê dibişkivin, bi dîmenên xwe yê rengo rengo bala siruşthez û fotografhezan dikişînin.

Navçeya 1500 raqim bilind e di her demsalekê da kirasekî din li xwe dike. Piştî demsala zivistanê ya dijwar êdî hewa germ dibe û siruşt bi ser xwe va tê.

Bi helîna berfê ra erdên avî, daristan û çiya şîn bûn, mizgînderên biharê nergîs, bilbizêq, pîvok û berfînokan derdor neqişand.

Kulîlkên navborî vê pêlê, tevî navenda parêzgehê û derdorê, li Elezîz, Erzincan, Adiyeman û Diyarbekirê jî eleqeya siruşthezan kişand.

Siruşthez û fotograferên ku bi geştên rojane tên navçeyê ji bo dîtina kulîlkan li gundên Koseler, Paşaduzu, Koyungolu, Ziyaret, Arel û Çakmakli yên li quntara Çiyayê Munzurê digerin.

Siruşthez û fotograferên ku li nav erdan pêrgî kulîlkên şirîkî, sipî, turkuwaz û zer tên, lûtkeyên bi berfê nixumandî û kulîlkan dixin nav heman fotografî.

Nursel Batika siruşthez ji nûçegihanê AAyê ra got, di hinek serdeman da ji Elezîzê tê memlaketê xwe Ovacixa navçeya Tunceliyê.

Fotografer Îsmaîl Kara jî destnîşan kir ku bi mebesta girtina fotografan ji Adiyemanê hatiye navçeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın