Şelaleya Muradiyeyê ku ava wê bi baranê ra gur bû, mazûvaniya ziyaretvanan dike

Van
Li Wanê di rojên dawîn da bi tesîra baranê ra ava Şelaleya Muradiyeyê gur bû û şelale bi ava xwe ya gur va mazûvaniya ziyaretvanan dike.
Şelale di nava xweşikahiyên siruştî yên girîng ên bajêr da cih digire û di her demsalên salê da xweşik dibe.
Şelale zivistanê diqerime û havînê jî di nava kulîlkên rengîn da mazûvaniya turîstan dike. Van rojan jî ava wê gur bûye û zêdetir balê dikişîne.
Kesên ku dawiya hefteyê hatin ber şelaleyê, bi têlefonên xwe yên destan dîmena şelaleyê kişandin.
Haydar Uçkanê ku bi hevalê xwe ra hat ber şelaleyê, diyar kir ku Şelaleya Muradiyeyê di her demsalê da xweş dibe.
Uçkan diyar kir ku wan dîmena şelaleyê kişand û wiha dewam kir, "Şelale van roja zêdetir gur diherike. Dîmena wê gelekî xweş e. Ez pêşniyazî her kesî dikim ku werin û vê dîmenê bibînin."