Jiyan

"Su"ya pişîka Wanê ya xelatkirî terikî û 5 têjik anîn

Yılmaz Kazandioğlu  | 17.04.2025 - Rojanekırın : 19.04.2025
"Su"ya pişîka Wanê ya xelatkirî terikî û 5 têjik anîn

Van

Ji pişîkên Wanê "Su"ya ku li Navenda Lêkolîn û Sepandinê ya Pişîkên Wanê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê da tê parastin û di pêşbaziya navneteweyî da bû yekemîn, terikî û 5 têjik anîn dinyayê.

Li navenda ku di binê banê Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê da ye, bi saya xebatan pişîk tên parastin ku koka wan neqele û li hev zêde bibin.

Pişîkên ku her sal diterikin, îsal jî terikîn û 42 pişîkan 66 têjik derxistin.

Pişîka bi navê "Su"yê ku di 3yê Mijdara 2019an da li Stenbolê di "Pêşbaziya Bedewbûnê ya Pişîkên Kêfxweş a Navneteweyî" da wekî pişîka yekemîn hatibû neqandin jî terikî û 5 têjik anîn dinyayê.

Kesên ku navendê ziyaret dikin, ji "Su"yê û têjikên wê hez dikin, wêneyên wan dikişînin.

Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji bo parastina cisnê pişîkan, xebatên serkeftî hatin kirin.

Şevlî diyar kir ku ew li nirx û çanda bajêr xwedî derdikevin û wiha dewam kir, "Pişîka me îsal jî 5 têjik anîn û hemû jî ji hev bedewtirin. Navenda aşîkirin, xwedîkirin û tedawîkirina têjikan li navenda me tê kirin."

Midûrê Navendê Prof. Dr. Abdullah Kaya jî got ku ji pişîkan 42 heb terikîn û wiha dewam kir:

"66 têjikên spî yên pişîka Wanê hatin dinyayê. Di nava makên ku terikîn da pişîkên me yên ku di pêşbaziyan da bûn yekemîn jî hene. Pişîka me ya bi navê Suyê jî yek ji wan e. Di 2019an da li Stenbolê di Pêşbaziya Bedewbûnê ya Pişîkên Kêfxweş a Navneteweyî da bûbû yekemîna dinyayê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.