Sîvoreyên Geliyê Munzurê yên xweşik amadehiya zivistanê dikin
Tunceli
Li Tunceliyê bi hatina payîzê ra liv û tevgera sîvoreyên li daristanê jî zêde bû.
Sîvore ji bo şert û mercên dijwar ên zivistanê amadehiyê dikin, ji xwe ra xwarinê dibînin û dibin hêlînên xwe.
Bajarê di navbera çiyayên asê da ya ku siruşta wê xweş e, bi cureyên xwe yên endemîk û cihêrengiya jîndarên kovî va balê dikişîne.
Li bajêr heywanên cur bi cur yên wek hirç, gur, werşeq, bizinên kovî, qertel, sîsark, kew û sîvore dijîn.
Parka Neteweyî ya Geliyê Munzurê her demsal mazuvaniya sîvoreyên reş, gewr û qehweyî dike.
Sîvore li parkê hin cihan ji xwe re dikin mesken, di nav rojê da ji bo dîtina xwarinê ji hêlînên xwe derdikevin .
Piştî ku ew zikê xwe bi gûz û berûyan têr dikin yên mayî jî dibin hêlînên xwe.
Welatiyên tên ziyareta parkê eleqeyeke zêdê nîşanî sîvoreyên xweşik didin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.