Xirbeyên Aniyê yên ku bi berfê nixûmîne mêvandariya ziyaretvanên xwe dike
Kars
Xirbeyên Aniyê yên li Qersê yên di Lîsteya Mîratên Dinyayê ya UNESCOyê da cî digirin bi berfê nixûmîn.
Ev cihê ku bi salan e li ser sînorê Tirkiye û Ermenistanê mazuvaniya çand û şaristaniyên cuda dike, li navçeya Arpaçayê ye.
Ev der li ser qadeke 100 hektarî hatiye avakirin û di dîrokê da Tirk jî di nav da bi dehan şaristanî lê jiyane, Xiristiyan û Misilman bi salan li kêleka hev jiyane.
Bajarê Aniyê yê ku jê ra dibêjin "Navenda Şaristaniyan", "Bajarê Dinyayê", "Hezardêr" û "Bajarê Çilderî" yek ji wan cihên qedîm ê Qersê ye.
Kesên tên vir mekanên dîrokî yên wek Mizgefta Ebul Menucehr, Katedrala Aniyê û Dêrên Amenaprgîç, Dîkran Honentz û Abugamîr Pahlavuniyê ziyaret dikin.
Piştî ku berf barî ev der bi berfê nixûmî ku niha bi dîmenên zivistanê va mazuvaniya mêvanên xwe dike.
Hîndekarê Zanîngeha Kafkasê û Serokê Vekolînê yê Xirbeyên Aniyê Doç. Dr. Muhammet Arslan got ev der her demsal xweş e û eleqe ji bo vir tê nîşandan, lê zivistanê xweştir e.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.