Jiyan

Xortê ku nexweşiya çêrm pê ra heye dema çareya nexweşiya xwe digeriya fêrî Îngilizî bû

Aydın Arik, Bestami Bodruk  | 25.10.2022 - Rojanekırın : 31.10.2022
Xortê ku nexweşiya çêrm pê ra heye dema çareya nexweşiya xwe digeriya fêrî Îngilizî bû

Diyarbakir

Li Diyarbekirê Mehmet Kaçmazê 26 salî yê ku nexweşiya çêrm (epidermolyssis bullosa) pê ra heye dema li ser înternetê ji bo nexweşiya xwe çare digeriya fêrî Îngilizî bû.

Kaçmazê li gundê Guneyê ya li ser navçeya Çermikê dijî ji ber vê nexweşiyê qet neçû dibistanê.

Ji ber nexweşiyê tilî û pêçiyên wî qurçimîn û kêtin hev, lê 5 sal berê bi alîkariya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Lêkolîna Dinyaya Rastiyan emeliyat bû û destên wî hatin vekirin.

Piştî emeliyatê kêm zêde tena serê xwe kar û barên xwe kir û 3 sal berê jî bi alîkariya pirtûkên birayê xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bû.

Kaçmaz malê pirtûkan dixwîne û li ser înternetê lêkolînan dike.

Kaçmaz dema ji bo çareya nexweşiya li ser înternetê lêkolînan dikir fêrî zimanê Îngilizî jî bû û niha dikare biaxive.

Der barê nexweşiya xwe da Kaçmaz got çêrmê wî pir hesas e, zû derbeyê dibîne, li ser çêrmê wî birîn çêdibin û ji ber vê jî ew neçûye dibistanê.

Kaçmaz got ew ji televizyonê hînî Tirkî bûye, xwendin û nivîsandinê jî ji xwîşk û birayê xwe hîn bûye.

Kaçmaz diyar kir, piştî ku di mala wan da înternet hat girêdan, daxwaza wî ya hînbûna geşedanên li dinyayê zêdetir bû.

Kaçmaz bal kişand, 5 sal berê bi emeliyetê destên wî yên bûbûn girê, vebûn û dîsa bi lêkolîna ku wî li ser înternetê kir, ew hîn bû ku dikare vê emeliyetê bibe û wiha got, "Ez spasiya doktorên me dikim, tiliyên ku tunebûn li min bexşandin."

Kaçmaz bal kişand, ne bi tenê Tirkiyeyê ew dixwaze li welatên din jî ji bo tedawiyê lêkolînan bike da ku pirsgirêkên wî yên psîkolojîk ên ji ber nexweşiyê bi dawî bibin û êdî li malbata xwe nebe bar.

Kaçmaz wiha axivî:

"Min nikaribû pênûs bigirta, kevçî bigirta. Di mijara pêdiviyên xwe da ez bi malbata xwe va girêdayî bûm. Vê jî ji hêla psîkolojîk ez têk dibirim. Min her wiha meraq jî dikir, gelo tedawiyeke wê heye an na. Ez fikirîm ku ez dikarim herî baş ji dinyayê bersiva vê hîn bibim. Lewma min biryar da ku Îngilizî fêr bibim ku ji nexweşiya xwe ra çareyekê bibînim."

Kaçmaz diyar kir ku bi hewla salek du salan va ew fêrî Îngilizî bû û wiha dewam kir, "Min bi derfetên xwe axaftina xwe ya bi Îngilizî bi pêş da bir. Min bi kesên nas kirin ra pratîk kirin. Min ji doktorên li hin welatan ra mail şandin. Min û doktorên li Almanyayê û her wiha Kubayê me ji hev ra peyam şandin."

Kaçmaz got ku jiyana wî li gund di malê da derbas dibe û lewma ew pir dixwaze karekî wî hebe.

Kaçmaz her wisa diyar kir ku ew dixwaze Îngiliziya xwe hîn pêşdatir bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.