Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayik Ayten Elhaman: "Bira têkilî zarokên me nebin"

Dayik Ayten Elhaman: "Bira têkilî zarokên me nebin. Sed sal derbas be jî hezar sal derbas be jî heta ez kurê xwe hilnedin ez naçim"

Önder Beyter  | 23.06.2020 - Rojanekırın : 24.06.2020
 Dayik Ayten Elhaman: "Bira têkilî zarokên me nebin"

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 295emîn.

Ayten Elhaman ku ji dayikên beşdarên çalakiyê ye, diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Bayram ku 3 sal e xeber jê nayê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Elhamanê wiha got, "Bi derewên HDPyê bawer nekin. HDP, PKK eynî ne. Herwiha ez bangî dayikan dikim, bira netirsin û werin. Dewleta me li pişt me ye. Bira bi derewên HDPyê bawer nekin. HDP zarokan direvîne û dibe çiyê. Bira zarokên xwe bibin. Bira têkilî zarokên me nebin. Sed derbas be jî hezar sal derbas be jî heta ez kurê xwe hilnedin ez naçim."

Bav Aydin Dagtekin jî diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Sedat beşdarî çalakiyê bû û wiha axivî, "Ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim. 295 roj e em li vir in, em ê têkoşîna xwe heya dawiyê bidomînin."

Dagtekin bal kişand ku kurekî wî yê din jî heye û wê çend meh şûnda biçe eskeriyê û wiha got, "Sedat kurê min, birayê te wê wezîfeya xwe ya wetan bike. Were em bi hevra aram bijîn. Teslîmî dewlet, esker û polêsan bibe."





Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın