Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî ên ku zarokên wan revandine çiyê bi dilşikestî pêşwazî li cejnê dikin

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 12.06.2024 - Rojanekırın : 13.06.2024
Malbatên Mûşî ên ku zarokên wan revandine çiyê bi dilşikestî pêşwazî li cejnê dikin Evlatları dağa kaçırılan Muşlu aileler Kurban Bayramı'nı buruk karşılıyor

Muş

MUŞ (AA) - Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê û bi mebesta gihiştina zarokên xwe li ber deriyê avahiya Serokatiya Parêzgehê ya Mûşê ya DEM Partiyê çalakiyê dimeşînin, bi dilşikestî pêşwazî li Cejna Qurbanê dikin.

Malbatên ku her çarşem li pêşiya Serokatiya Parêzgeha Mûşê ya DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe domandin.

Malbatan bi pankartên ku li ser wan "Dayik li ber xwe didin", "Êdî Bes e, dev ji me berdin" nivîsandî bûn, banga teslîmbûnê li zarokên xwe kirin.

Ayten Koçhanê diyar kir ku kurê wê 8 sal berê xapandin û birin serê çiyê. Koçhanê destnîşan kir ku ew xeyalê wê yekê dikin ku rojekê bigihijin ewladên xwe.

Koçhanê daxuyand ku ew kurê xwe ji DEM Partiyê û PKKya rêxistina terorê dixwaze û wiha dewam kir "Ez bang li hemû dayikan dikim, werin piştgiriyê bidin me. Werin em têbikoşin û zarokên xwe bînin. Ez natirsim, hûn jî netirsin. Werin dengê xwe bilind bikin. Ez ji herduyan jî natirsim. PKK ne jî HDP 8 sal in xebera min ji zarokê min tune ye Serê mar HDP ye. Bila zarokên me bidin me. Werin teslîm bibin. Çima xizmetê ji wan re dikin?".

Şahînaz Ozcana dayik jî got, "7 sal in agahî ji kurê min nayê, ez nizanim mirî ye yan sax e. Ez ewladê xwe dixwazim. Ev ne doza kurdan e. Em jî Kurd in. Kurê min Atîlla heke tu dengê min dibihîze were teslîm bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın