Malbatên Wanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê "nobeta ewladan" domand
Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe li pêşiya Serokatiya Bajêr a Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) domand.
Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi wêneyên zarokên xwe va heta pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.
Malbatan bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê û DEM Partiyê dan bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Mehmet Sadik Çîfçiyê ku beşdarî çalakiyê bû, got ku 12 sal e haya wan ji birayê wî tuneye.
Çîfçî diyar kir ku ew dixwaze bigihêje birayê xwe û wiha dewam kir: "Ez cara ewil li Diyarbekirê beşdarî çalakiyê bûm. Ez naxwazim ku dayik bigirîn. Em heta negihêjin zarokên xwe, em ê çalakiyê bidomînin."
Necîbe Çîfçiya ku ji Hekariyê beşdarî çalakiyan dibe jî wiha got, "Ez ji bo du ewladên xwe beşdarî çalakiyan dibim. Kurê min ê Rojhat di 2015an da revandin serê çiyê. Samiyê kurê min ê din jî xwest ku Rojhat xelas bike, lê bi destê PKKyiyan hat kuştin. Samiyê kurê min bavê 4 zarokan bû. Bi destûra Xwedê, bi hêza dewletê ez ê bigihêjim ewladê xwe yê din."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.