Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihîjin ewladên xwe

Mehmet Sıddık Kaya  | 10.11.2024 - Rojanekırın : 12.11.2024
Dayikên Diyarbekirê dixwazin bigihîjin ewladên xwe

Diyarbakir

Dayikên Diyarbekirê yên bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li pêş avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê nobeta rûniştinê dabûn destpêkirin bi biryardarî çalakiya xwe didomînin.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê HDPyê wek berpirs dibînin ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 1896an e ku çalakiya wan dewam dike.

Ji dayikên di dest wan da wêneyên zarokên wan û çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin Ayten Elhamanê diyar kir, 7 sal e wê kurê xwe Bayram nedîtiye û wê pir bêriya kurê xwe kiriye.

Elhamanê bal kişand ku ewladên wan ji wan hatin sitandin û wiha dewam kir, "Ez li dû ewladê xwe me. 10 sal jî derbas be, ez li vir im. Wekî dê û bav em li vir in."

Elhamanê her wiha bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Nilufer Polatê jî destnîşan kir, ew bibiryar e ku çalakiya xwe bidomîne da ku bigihîje ewladê xwe.

Polatê bal kişand, ew nexweşa qanserê ye lê digel vê, ew berxwedana xwe didomîne û wiha dewam kir, "Bira zarokên me bidin. Ez heta kurê xwe hilnedim ez ê ji vir neçim. Kurê min ku tu min dibihîzî, vegere."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.