Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Dayikên Diyarbekirê vê eydê jî çaverêyî ewladên xwe ne

Osman Bilgin  | 16.06.2024 - Rojanekırın : 17.06.2024
Dayikên Diyarbekirê vê eydê jî çaverêyî ewladên xwe ne

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Dayikên Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê çalakiya xwe ya rûniştinê li pêşiya avahiya berê ya Serokatiya Bajêr a HDPyê didomînin, di Eyda Qurbanê da jî çavê wan li rêya ewladên wan e.

Malbatên ku ji bo zarokên xwe yên bi xapandin revandine serê çiyê, HDPyê wek berpirs dibînin, ji 3yê Îlona 2019an vir va çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin û ev roja 1749 e ku çalakiya wan dewam dike.

Bi xêra çalakiya rûniştinê ya biryardarî dewam dike,49 malbatan ewladên xwe ji nav lepê terorê derxistin û têkoşîna yên mayîn jî didome.

Malbatên li benda zarokên xwe ne, di Eyda Qurbanê da jî bi hêviya bigihîjin ewladên xwe, çalakiya rûniştinê didomînin.

- "28 eyd e ez dûrî kurê xwe me"

Dayik Bedriye Usluyê ya ji bo kurê xwe Mahmut di çalakiyê da beşdar e, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku kurê wê 14 sal berê gava 18 salî bû hat xapandin û bo çiyê hat revandin û lewma jî ew ê ji bo kurê xwe çalakiya rûniştinê bibe serî.

Usluyê bal kişand ku ew her roj li benda xebereke xêrê ye û wiha dewam kir, "Vê eydê jî ewladê min tuneye. Ez tiştekî ji eydê fêm nakim, tu tama wê nemaye. Dilê me bi jan, per û baskê me şikestî ye. Ku kurê min vir bûya, wê demê dê ji bo min bûbûya eyd. Înşelah ez ê rojekê kurê xwe ji vir hildim û biçim. 28 eyd e ez dûrî kurê xwe me. Kurê min Mehmûd vegere mal. Êdî bes e, berî bimrim ez te bimînim. Were teslîmî dewleta me bibe."

- Êdî wek berê gava eyd tê em şa nabin"

Zekiye Bozdaga ku ji bo birayê xwe Suleyman Çetinkaya di çalakiyê da beşdar e jî diyar kir ku ew ji 30ê Tebaxa 2019an û vir va xeberê nastînin.

Bozdagê bal kişand ku 5 sal e ew tevî zarokên wî bênavber di nobedê da ne û wiha dewam kir:

"Birayê min xapandin, birayê min hê piçûk bû. Diya min şev û roj digirî û nexweş ket. Herî dawî min di Eyda Qurbanê ya 2019an da birayê xwe dît û 10 eyd e ez wî nabînim. Êdî sebra me nemaye û eyd ji bo me tiştekî îfade nake. Êdî wek berê gava eyd tê em şa nabin."

Bozdagê diyar kir ku hêviya wê ew e, di eydên din da ew bigihîje birayê xwe û her wiha bangî birayê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.