Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbateke din jî tevlî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû

Aziz Aslan  | 12.07.2024 - Rojanekırın : 15.07.2024
Malbateke din jî tevlî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû

Diyarbakir

 Malbateke din jî tevlî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû ku bi hinceta zarokên wan revandina çiyê li ber avahiya HDPyê ya Diyarbekirê ya berê dabûn destpêkirin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikan ku ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ji hêla PKKya rêxistina terorê va hatine revandin di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya HDPyê ya Diyarbekirê ya berê dabûn destpêkirin, di roja hezar û 775an da didome.

Malbateke din jî tevlî çalakiya dayikên Diyarbekirê bû.

Ji bo Mizgîna 17 salî ku li Stenbolê di 2005an da birine çiyê, diya wê Xezal û birayê wê Mehmet Nesîh Kaydur ji Mêrdînê hatin û tevlî çalakiyê bûn.

Xezal Kaydurê bi Kurdî daxuyanî da rojnamevanan û wiha got, "Keça min li ku derê yî dagere. Tu ji bîra min dernakevî. Ez pir mereqa te dikim."

Mehmet Nesîh Kaydur jî bang li xwîşka xwe kir û got ku bila were teslîm bibe.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın