Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî bangî ewladên xwe kirin ku ew teslîm bibin

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 09.04.2025 - Rojanekırın : 10.04.2025
Malbatên Mûşî bangî ewladên xwe kirin ku ew teslîm bibin

Muş

 Li Mûşê malbatên ku PKKya rêxistina terorê zarokên wan revandine serê çiyê û çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya bajêr ya DEM Partiyê didomînin bangî zarokên xwe kirin ku ew teslîm bibin.

Malbatên Mûşî yên ku her çarşem bi hêviya ku bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê DEM Partiyê dicivin, vê hefteyê jî çalakiya xwe pêk anîn.

Malbatên ku wêneyên zarokên wan di destê wan da bûn li ber avahiya partiyê qederekê çalakiya rûniştinê kirin.

Ji dayikan Ayten Koçhanê ji endamên çapemeniyê ra got ew 9 sal e ku ji kurê xwe xeberê hilnade.

Koçhana ku kurê xwe ji DEM Partî û PKKya rêxistina terorê dixwaze wiha axivî: "Bila ewladên me bidin me. Em êdî nikarin li ber hesreta ewladên xwe li ber xwe bidin. Eyd hat û derbas bû, lê eyda me nebaş bû. Ersîn heke tu min dibîhîzî an jî dibînî were teslîm bibe. Heta ku tu werî ez ê çalakiya xwe bidomînim. Ez bangî dayikên ku zarokên wan revandine dikim, werin em bang bikin ku bila zarokên me bên û teslîm bibin."

Dayik Şahînaz Ozcana ku kurê wî bi salan berê hatiye revandin jî got ew xeyala gihandina kurê xwe dike û wiha axivî: "Ez ji DEM Partî û PKKyê zarokê xwe dixwazim. Heta ku li çiyê yek kes jî nemîne ez ê li vir bim. Ev ne doza Kurdan e. Tirk û Kurd xwîşk û biran e. Yên ku bi vî awayî cudahiyê dikin û mirovan dixapînin ne Misilman in. Heqê tu kesî tune ku zarokên me bibe. Ev 8 sal in ez vê êşê dikşînim. Atîlla heke ku tu dengê min dibîhîzî, were teslîmî dewletê bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın