Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Mûşî bangî zarokên xwe kirin "teslîm bibin"

İbrahim Yaldız, Sabri Yıldırım  | 26.06.2024 - Rojanekırın : 27.06.2024
Malbatên Mûşî bangî zarokên xwe kirin "teslîm bibin"

Muş

MUŞ (AA) - Li Mûşê malbatên ku ji ber revandina zarokên xwe DEM Partiyê berpirsyar dibînin li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe didomînin.

Malbat her çarşem li pêşiya Serokatiya Bajêr ya DEM Partiyê dicivin û vê hefteyê jî çalakiya wan dewam kir.

Dê û bavan pankartên ku li ser "Em di nobeta ewladan da ne", "Partiya ku gel dixapîne", "Dayik li ber xwe didin" û "Êdî bes e, ji pêsîra me bikevin" nivîsandî vekirin û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Ayten Koçhanê ji rojnamevanan ra daxuyand ku 8 sal e çavê wê li rêya kurê wê ye.

Koçhanê got ew ji ber hesreta kurê xwe nikare li ber xwe bide û wiha axivî: "Em tenê dixwazin bigihêjin zarokên xwe. Bila zarokên me bidin. Ev ne doza Kurd û Tirkan e. Heta yek kes jî li çiyê nemîne ez ê çalakiya xwe bidomînim. Ez bangî hemû zarokan dikim, werin teslîm bibin. Dê û bav nikarin li hemberî hesreta we li ber xwe bidin."

Gulbahar Tekerê jî wiha got: "Ez bi salan e li Diyarbekir û Mûşê çalakiyê dikim. Em zarokên xwe dixwazin. Em di eydê da her roj digirîn. Heta yek kes jî li çiyê nemîne em ê çalakiya xwe bidomînin. Em ji wan natirsin, em li her derê çalakiyê dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın