Malbatên Mûşî nobeta xwe ya li ber avahiya DEM Partiyê domand

Muş
Li Mûşê malbatên ku rêxistina terorê PKKyê zarokên wan revandine serê çiyê, çalakiya xwe ya li pêşiya avahiya bajêr ya DEM Partiyê domand.
Malbatên Mûşî yên ku bi hêviya bigihêjin ewladên xwe li ber deriyê avahiya Serokatiya Bajêr ya DEM Partiyê civiyan, çalakiya xwe pêk anîn û bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê dan.
Malbatên ku li ber avahiya DEM Partiyê qederekê çalakiya rûniştinê kir û wêneyên zarokên xwe bilind kirin, bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Dayik Şahinaz Ozcanê ji rojnamegeran ra daxuyand ku 8 sal berê kurê wê revandin û wiha dewam kir:
"Heta ku li serê çiyayan kesek jî nemîne ez ê li vê derê çalakiyê bikim. Ew jî xwedî ewlad in. Lawê min ji ber deriyê min hildan û birin. Ji wê rojê vir va ez li ewladê xwe digerim."
Ozcanê bangî kurê xwe kir ku vegere, teslîm bibe û got ku ew ê çalakiya xwe bi biryardarî bidomînin.