Malbatên Wanî çalakiya xwe ya li ber Serokatiya DEM Partiyê ya Parêzgehê domand
Van
Li Wanê malbatên ku zarokên wan hatine revandin û ji revandina zarokên xwe Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) berpirsyar dibînin, vê hefteyê jî li pêşiya serokatiya bajêr a partiyê çalakiya xwe domand.
Malbatên li kuçeya Menekşeyê civiyan, alayên Tirk û wêneyên ewladên xwe bilind kirin û heta pêşiya serokatiya bajêr a DEM partiyê meşiyan.
Dê û bavan bertek nîşanî dengê bilind ê muzîka ji avahiya DEM Partiyê dan û bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.
Fevzi Yagmurê ku beşdarî çalakiyê bû, diyar kir ku 9 sal e wî tu xeber ji kurê xwe nesitandiye.
Yagmur bal kişand, ew bi biryar e ku heta ew bigihêje kurê xwe, çalakiya xwe bidomîne û wiha dewam kir, "Ev 9 sal e ez li pey kurê xwe me. Kurê min ez li her derî li te digerim. Were teslîm bibe. Ez û diya te em li benda te ne. Were teslîmî dewletê bibe. Her şev em ji bo te digirîn."
Nazli Sancarê jî bal kişand ku bi salan e ew di çalakiyê da beşdar e da ku bigihêje keça xwe û wiha dewam kir, "Bi quweta dewleta me, keda me badilhewa naçe. Nikarin bi muzîkê me bêdeng bikin. Em serî natewînin. Wekî min roja ewil jî got, em ê bi zorê ewladên xwe ji wan bistînin. Em ê li ber deriyê dijmin veneqetin. Em ewladên xwe ku heqê me ye, dixwazin. Qelema di dest zarokên me da şikandin, çek dan destê wan. Qelem li destê zarokên me dihat."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.