Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Malbatên Wanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê "nobeta ewladan" didomînin

Orhan Sağlam  | 22.08.2024 - Rojanekırın : 24.08.2024
Malbatên Wanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê "nobeta ewladan" didomînin

Van

 Li Wanê malbatên ku zarokên wan revandine serê çiyê, vê hefteyê jî çalakiya xwe li pêşiya Serokatiya Bajêr a Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) domand.

Malbatên ku li Kuçeya Menekşeyê civiyan, bi alayên Tirkiyeyê va heta pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a DEM Partiyê meşiyan.

Malbatan bertek nîşanî PKKya rêxistina terorê û DEM Partiyê dan bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin.

Gevez Erdînça dayik diyar kir ku kurê wê 10 sal berê revandin serê çiyê û wê ji wê demê vir va tu xeber ji kurê xwe hilnedaye.

Erdînçê diyar kir, heta ku ew bigihêje kurê xwe wê beşdarbûna çalakiyê bidomîne û wiha got, "Li welatê me heq, hiqûq û edalet heye, teslîmî welatê xwe bibe. Dewleta me û artêşên me yên qehreman hene. Ev der axa me ye. Tu li serê çiyê çi dikî? Vegere mala xwe, cem diya xwe."

Mehmet Siddik Çîftçiyê ku ji Hekariyê hat û beşdarî çalakiyê bû jî wiha axivî, "Ez li Diyarbekirê jî beşdarî çalakiyan bûm. Ez ê dev ji vê têkoşînê bernedim. Ez naxwazim ku dê û bav bigirîn. Birayê min ê ku revandin serê çiyê, ji zêhna xwe astengdar bû. Me heta niha xeber jê hilnedaye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.