Di çapemeniya navneteweyî da şerê hişdarî û PKKya rêxistina terorê
Istanbul
Prof. Dr. Zakîr Avşar nirxandineke li ser pirsgirêka temsîla di çapemeniya navneteweyî da PKKya rêxistina terorê û çalakiyên terorê yên ku bi destê şaxên wê tên kirin ji bo AA Analîz nivîsand.
***
Em dibînin ku di roja me da dijî heqîqetê şerê hişdarî bi berfirehî tê emilandin, peywendiya mirovan a bi rastiyê ra hatiye qutkirin û rastiyên ku bi çavê serê xwe dibînin, dibihîzin û heta carna di nav da dijîn jî çawa ji wan tê xwestin wisa têdigihên.
- Şerê hişdarî çi ye?
Dema em dibêjin şerê hişdarî çi ye pênaseya derdikve pêşiya me ev e: Şerê hişdarî hewl dide ku tovên şikê biçîne, çîrokên hevdu nagirin derdixîne holê, koman radîkalîze dike û hewl dide çalakiyên di nav civakeke lihevhatî da aloziyê derxe meydanê yan jî wan sewqî parçebûnê dike, teşwîq dike. Welatên ku çapemeniya civakî û teknolojiyên cîhazên biaqil gelekî tên emilandin hember êrîşên bi vî rengî qelstir in. Di şerên hişdarî (kognitiv) da ji bo ku bigihêjin armancê hewcehî bi agahî û xeberên sexte tune. Pêkan e ku şer bi tehrîfkirina rastiyan jî bê kirin.
- Pirsgirêka ji peywendiya "teror"ê dûrxistina çalakiya terorê
Helwestên ji nav welêt û dervayî welêt ên hember êrîşa terorê ya ku li Teqsîma Stenbolê bi destê PKKyê û şaxên wê hat kirin û tiştên piştî wê qewimîn nîşan dide ku mijar divê ji gelek aliyan va bi taybetî di çarçoveya "şerê hişdarî" da bê nîqaşkirin. Bombeyeke ku li cihekî dinyayê li qadeke ku sivîl gelekî bi kar tînin teqiya, bû sedema mirin û birîndarbûnan bêyî ku lê binêrin wekî "fealiyeta terorê" tê qebûlkirin. Di ziman û honaka xeberê da "fealiyeta terorê" serdest e. Pişt ra li ser daneyên vê fealiyeta terorîst disekinin. Agahî didin raya giştî ya ji hêla kî va û bi çi armancê hatiye çêkirin. Bêguman divê di vir da xeber li ser rastiyan bê avakirin ku delîl û agahiyên der barê rastiyan da jî di encama xebatên hêzên ewlehiyê da derdikevin holê û bi daxuyaniyên wan digihêjin raya giştî. Heke xeber li ser rastiyan neyên avakirin vê carê mirov dikare bikeve nav gumanên wekî pêkhateyeke rêxistinî bi awayekî ku bandor li ser xeberan dike, çapemeniyê diemilîne.
Piştî fealiyeta terorê ya ku li Teqsîmê bi destê terorîstên hat tesbîtkirin ku endamên YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ne hat kirin helwestên hin şaxên çapemeniyê yên girîng ên der barê bûyeran da û hewldanên wan ên ji bo bi zanebûn tehrîfkirinê berevajîkirina rastiyan bûyereke ku Tirkiye cara ewil rû bi rû dimîne nîne. Çalakiyên terorê yên li Tirkiyeyê diqewimin bi destê saziyên çapemeniyê yên dinyayê yên ku "rêzdar" tên qebûlkirin ji çarçoveya "teror"ê dûr dixe û bi awayekî ku xwîneran ji kiryarê bûyerê dûr dixe nîşanî raya giştî dide. Piştî êrîşa Teqsîmê xebera New York Tîmesê ya ku bi eşkere turîzma Tirkiyeyê hedef digire û hewldana dezenformasyonê ya Reutersê wek mînakên tekane nayên nirxandin. Helwestên wan ên der barê Herekata Pençe Kiliçê da ku di çarçoveya madeya 51emîn a Neteweyên Yekbûyî hat kirin jî wekî welatekî ku rastî terorê hatiye û bi hesasiyeteke mezin bêyî ku zirarê bide diçe ser terorîstan nehat nîşandan û bi berevajîkirineke mezin wekî "dijî Kurdan" hat nîşandan.
- Temsîla PKKya rêxistina terorê ya di çapemeniya navneteweyî da
Welatên cuda di metnên xeberan da têgehên der barê terorîzmê da bi awayekî ji hev cuda diemilînin û diwesfînin. Di vê çarçoveyê da mirov dikare çavdêrî bike ku çapemeniya Rojava di xeberên xwe yên der barê hesasiyetên Tirkiyeyê da naverokên agahiyên şaş didin belav dikin. Çapemeniya rojava dema ku behsa PKKya rêxistina terorê dike piranî gotinên wekî "gerîlla", "serhildêr", "şervan", berxwedêr", "hêzên cihêxwaz", "şervanên Kurd", "şervanên azadiyê" diemilînin û nabêjin "terorîst".
Tê dîtin ku di van demên dawîn da çapemeniya Ewropa û Amerîkayê bi taybetî di xeberên der barê YPG/PKKya rêxistina terorê da bêalî nîne. Koka dijberiya Tirkiyeyê ya çapemeniya rojava gelekî kevn e. Sedemên aborî, siyasî, dînî û dîrokî yên vê dijberiyê hene. Bertekên ku hember operasyonên ku dijî rêxistineke terorê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî da û xweparastina meşrû da tên kirin gelekî zêde ne û ev yek tenê pêkan e bi windakirina ya normal bê îzahkirin.
Çapemeniya rojava behs nekiriye ku PKK û PYD-YPGya şaxa wê ya li Sûriyeyê zarokên 10-15 salî bi zorê ji malbatên wan diqetîne û berhev dike û radîkalîze dike. Agahî nedaye ku PKK li herêmên bi dest dixe bi sed hezaran Kurd û Ereb sirgûn kirine û piraniya van mirovan li Tirkiyeyê wekî penaber dijîn. Dîsa behs nekiriye ku terorîstan mal û eraziyên çandiniyê yên sivîlan xira kirine û bi zorê dest danîne ser malên cotkaran. Wek encam çapemeniya rojava di xeberên xwe da terorîstên endamên PKK-PYD-YPGya rêxistina terorê ji ser têkoşîna dijî DEAŞê mezin kiriye.
Heke bê bibîranîn dema mirov xeberên ku saziyên çapemeniyê yên biyanî der barê teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmehê da çêkiribû dide ber çav tê dîtin ku teşebûsa derbeyê û mirovên jiyana xwe ji dest dane hatine paşguhkirin, polîtîkayeke weşanê ya mimkûn nîne ku bi objektîfî û nûçegihaniya rast ra bê têkildarkirin hatiye kirin.
Wek encam ji mînakên ku me dan bi eşkere tê dîtin ku di pêşkêşiya xeberên terorê yên dijî Tirkiyeyê da helwesteke gelekî alîgir heye, heta ev helwest heta şerê hişdariyê diçe.
- Nûçegihaniya berpirsyar û rast
Helbet divê çapemenî ne ji hêla terorîstên ku senaryoyên radîkal derdixînin va bê birêvebirin ne jî wekî berdevkê hikûmetê tevbigere lêbelê dema ku bûyerên terorê pêşkêş dike divê nirxên etîk bi taybetî rastiyan bide ber çav, destnîşan bike ku ji ber çalakiyên terorê pergala demokratîk ya heyî zirarê dibîne.
Bêguman di mijara terorê da nûçegihaniya berpirsyar û rast yek ji wan nirxên bingehîn e ku ji hemû saziyên xeberan tê payîn. Herwiha dê kêrhatî be ku çapemenî di xeberên ku weşandin da agahî bide raya giştî ya dê di rewşên xeternak da çawa tevbigerin. Lewra jî dê kêrhatî nebe ku di pêşkêşiya xeberên der barê bûyerên terorê da çapemenî ji hûrgiliyên ku dê bûyerê fît bike, bandorê li ser bike yan jî bibe sedem ku terorîst agahiyan hildin derengî bixe yan jî paş bixe; pêşkêşiya xeberê di çarçoveya nirxên objektîf ên nûçeyan da û bi awayekî yekpare bide, ji nasandin û reklamên zêde dûr bisekine û gotegotên ku nehatine îspatkirin yan jî jimara miriyan nede. Heke ne dê cesaretê bide kesên ku meyla wan li ser çalakiyên manend in yan jî plana çareseriyê ya dewletê derxînin holê û bi vî awayî jî terorîst dikarin ku tevdîran hildin.
Rojnamevan divê nebin parçe yan jî aliyekî mizakereyan, divê dilxwaz bibin ku hewza çapemeniyê bi organîzasyonên xeberan ên din û saziyên qanûnî ra bi awayekî kolektîf pêk bînin, çapemeniya xeberan divê destnîşan bike ku di tevgera terorîzmê da rîsk û xetereyên gelekî mezin hene û rêjeya serkeftinê gelekî kêm e, digel ku bûyerên terorê ji nedîtinê nayê divê van daxwazan di çarçoveya bingeheke qanûnî da ragihîne û di van mijaran da perwerdekirina raya giştî jî gelekî girîng e.
Girîng e ku çapemenî helwesta ku şidetê estetîze dike, asayî û ji rêzê nîşan dide biterikîne. Weşangeriyeke bi vî awayî nêrîna wekî pêkan e ku pirsgirêk bi tundî û qehremaniyên şexsî va bên çareserkirin derdixîne holê. Dezenformasyon û manîpulasyon jî di pêvajoya çêkirina zimanê xeberê da ji xetereyên herî mezin in. Heke mirov bibêje ku her roj îxlaleke nû li ser îxlalên di xeberên terorê da zêde dibin mirov mezin nake. Digel van îxlalên etîk wek encamê pergala çapemeniyê ya nû jî hebûna saziyên çapemeniyê yên ku ji hêla terorîstan bi xwe va tên birêvabirin jî pirsgirêkên nû bi xwe ra tînin. Hewcehî heye ku di mijara terorê da saziyên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî prensîbên etîk ên gerdûnî pêk bînin. Komxebatên bi beşdariyên berfireh dibe ku di vê mijarê da bi kêr bên.
[Prof. Dr. Zakîr Avşar, Dekanê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Haci Bayram Velî ya Enqereyê]
*Fikrên di gotaran da ên nivîskar in û dibe ku polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nedin.