Hember vegotina jinê ya PKKyê pratîka rasteqîn a dayikên Diyarbekirê
Istanbul
Doç. Dr. Huseyîn Alptekîn nirxandineke ku piştevaniya rasteqîn a dayikên Diyarbekirê datîne hember vegotina jinê ya PKKya rêxistina terorê ji bo AA Analîzê nivîsand.
***
PKKya rêxistina terorê ji roja ku dest bi çalakiyên terorê kir pê va di vegotina propagandayê da ji bo jinan roleke navendî vediqetîne. Lêbelê ev rol bi taybetî di salên 2010an û piştî wê bêtir diyar bûye hem jî ji hêla têgehî va li dora dirûşmeyekê hatiye krîstalîzekirin. PKK vegotina jinê bi gotina "jin, jiyan, azadî" kiriye dirûşme lê peywendiya têgehên hatine hilbijartin bi rastiya pratîk a rêxistinê ra wekî gelek dirûşmeyan li paş dimîne. Aqilmendê Fransiz Voltaîre ji bo Împaratoriya Romayê ya Pîroz gotibû ku "ne pîroz, ne Roma ne jî împaratoriyek e". Mottoya "jin, jiyan, azadî" ya PKKya rêxistina terorê jî digel pratîka rêxistinê ya ku dijî van her sê têgehan e jî di vegotina rêxistinê da tê dubarekirin. Her wiha wekî ku di gelek raporên navneteweyî da jî xuya ye PKKyê ne tenê jinên gihaştî, zarokên keçîn jî bi zorê hildane bin çekê. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan di raporeke xwe ya balkêş a der barê mijarê da agahiya rêxistinê li Sûriyeyê keçikeke 12 salî jî di nav da gelek zarok kirine milîtan pêşkêş kiriye. Li gor raporê ji 59 zarokên ku PYDya şaxa li Sûriyeyê ya PKKyê bi zorê hildane bin çekê 10 jê ji 15 salî biçûktir in. Ji bo rêxistineke terorê ya ku jinê diavêje nav mirin û esaretê, zarokan bi zorê ji dayikên wan vediqetîne di sloganekê da hevgelkirina jin, jiyan û azadiyê gelekî fişalkirî ye, ya rast mînakeke propagandayê ye ku dijberê rastiyê ye.
Di mînaka PYDyê da îmaja "jina azad a ku ji bo jînê şer dike" û bi kampanyayan piştgiriyê didinê li paytextên Rojava bûye wek metaya hewla promosyaneke hewl tê dayîn ku PKK/PYDyê meşrû bike. Heta Hîllary Clîntona ku di navbera salên 2009-2013an da Wezîrtiya Karên Derva ya Amerîkayê kiriye di hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê ya 2016an da bûye namzeda serokatiyê jî rasterast ragihand ku dê fîrmaya produksiyonê ya malbata wê der barê "şervanên" jin ên PYDyê da rêzefîlmekî têlevîzyonê bikşînin.
- "Qîmeta" ku PKKya rêxistina terorê dide jinê
Baş e lê weadên PKK û PYDyê yên ji bo pêşkêşkirina jiyan û azadiyê di pratîka rêxistinê da rastî çi tê? Dîmenên jina ku hefteya borî bombe danî Kolana Îstiqlalê û piştî êrîşê bi destê hêzên ewlehiyê hat girtin delîlekî kafî ye ku ka rêxistin jinan ji bo çalakiyên terorê bi taybetî hildibijêre û wekî amûrekê diemilîne. Lê ji vê jî wêdetir dema ku PKK û jin tê gotin rastiya ewil a ku pratîka rêxistinê derdixe pêş êrîşên xwekujiyê ne ku rêxistin jinan wek êrîşkarê xwekujiyê diemilîne. Milîtana PKKyê Zeynep Kinaciya bi kod navê "Zîlan" di 30yê hezîrana 1996an da kete dilqê jineke ducanî û êrîşa xwekujiyê kir û bû sedeme kuştina 8 eskeran û birîndarbûna 29 eskeran. Piştî Kinaci jî milîtanên jin ên din ên ku bi bombeyên li ser wan hatine bicîkirin va hatin teqandin çêbûn. Sebahat Tuncela Hevseroka Damezrîner a HDPyê jî beşdarî bibîranînên Kinaciyê bûbû û gotibû ku "Heval Zîlan ji hêla tevgera azadiyê va keseke girîng e. Heval Zîlan dijî pergalê tenê di bedena xwe da bombe neteqandiye di heman demê da jî dijî pergala ku mêr serdest in jî ji bo têkoşîna jinan bûye qonaxek." û nêrîna PKK û HDPyê ya der barê jinan û êrîşkarên xwekujiyê da nîşan daye. Sêbareya jin, jiyan, azadî" ji bo PKKyê bûye dirûşmeyeke dijber û absurt a pratîkeke ku bombeya li ser xwe diteqîne û mirovan dikuje.
- "Parêzvanên rasteqîn ên "Jin, jiyan, azadî"yê
PKKya rêxistina terorê jina Kurd dadixîne asta milîtanên ku êrîşa xwekujiyê dikin ango "çiqas bimire û bikuje ewqas azad dibe", lêbelê pratîka rasteqîn a ku jin û jînê dike yek ji sê salan zêdetir e bi awayekî fiîlî li Diyarbekirê tê domandin. Nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ya ku ji 3yê îlona 2019an vir va didome a dayikên Diyarbekirê ye ku ji bo zarokên xwe ji esaretê û mirina li benda wan e xilas bikin hewl didin bûye mînaka çalakiyeke wisa ku dayikan nava têgehên jin, jiyan, azadî tijî kiriye.
Malbata Mevlut Arîçê ku di 12 saliya wî da ew xapandin û revandin jî beşdarî çalakiyê bû û jimara malbatên di çalakiyê da derket 326an û ev yek jî nîşan dide ku li Diyarbekirê çalakiya ku dayik pêşîkêşiya wê dikin hê jî berfireh dibe. Her wiha nobeta ewladan li Diyarbekirê tenê nayê kirin belavî bajarên wekî Hekarî, Wan, Şirnex û Mûşê jî bû.
- "Raya giştî ya dinyayê naxwaze ku dengê dayikên Diyarbekirê bibihîze"
Têkoşîna dijî terorê li dersînor hatiye zêdekirin û bi derfet û qabiliyetên eskerî yên çalaktir va bi destê Artêşa Tirkiyeyê bi xwe tê kirin. Di heyameke wiha da înisiyatîfeke sivîl a pêkan e ku çavkaniya mirovan a rêxistinê ziwa bike û bi qasî têkoşîna eskerî derfeta têkoşîna dijî terorê derxistiye holê Dayikên Diyarbekirê ne ku bi bangewaziya "Bila êdî zarokên me nemirin!" piştevaniya jinan a ji bo jînê ye. Bi daxwaza ku zarokên wan ji esareta PKKyê bên xilaskirin ji PKKyê bêtir balê dikşînin ser azadiyê û daxwaza wan bêtir baweriyê dide. Lêbelê raya giştî ya dinyayê vî dengî nabihîze û naxwaze ku bibihîze. Milîtanên PKK/PYDyî yên dest bi çek, li ser hinekan mekanîzmayên bombeyê hene dikin qehreman lê ne tenê şaxên çapemeniyê yên biyanî hin şaxên çapemeniyê yên Tirkan jî dayikên Diyarbekirê nabînin. Her wiha HDP û hin partiyên siyasî dikarin ku nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê bikin mijara siyaseta rojane yan jî bi taybetî naxwazin ku dengê dayikan bê bihîstin. Hin siyasetmedarên ku beşdarî sersaxiyên milîtanên PKKyî dibin, Tirkiyeyê bi emilandina çekên kimyewî tawanbar dikin, SÎHAyên ku di têkoşîna dijî terorê da amûrên çalak in rexne dikin dema mijar dibe xilaskirina zarokên di destê PKKyê da ji bo ku mijarê ji rojeva welêt dûr bixin dikarin hewl bidin.
Înisiyatifeke sivîl a wekî dayikên Diyarbekirê mawedirêj, li çendîn bajaran dikare kordîne bibe, bi sedan malbat bilfîîl beşdar dibin berî niha nehatiye dîtin. PKKya rêxistina terorê û HDP, cî bi cî jî partiyên siyasî yên din ên ku bi HDPyê ra di nav têkiliyên veşartî da ne bila behsa qîmeta ku HDP dide jinê bikin, dayikên Diyarbekirê siyaneta ku heq dikin divê di çarçoveyeke berfireh û eqlê selîm ê civakê bibînin.
[Doç. Dr. Huseyîn Alptekîn, Zanîngeha Parastina Neteweyî]
*Fikrên di gotarê da yên nivîskar in û dibe ku polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nedin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.