Nûçeyên analîzê

ANALÎZ - Bandora dîplomasiya parçebûyî ya Ewropayê ya li ser Rojhilata Navîn

Em bi dîplomasiyeke ku piranî armanc dike ku bergeha hilbijartinên stratejîk zêde bike yan jî blokên din ên bandorê yên dijber derxîne holê û lewra jî ji hevkariyê zêdetir dibe ku bandora bendbendîbûnê derxîne holê ra rû bi rû ne

Dr. Orhan Karaoğlu  | 11.11.2022 - Rojanekırın : 14.11.2022
ANALÎZ - Bandora dîplomasiya parçebûyî ya Ewropayê ya li ser Rojhilata Navîn

Istanbul

Dr. Orhan Karaoglu ji bo AA Analîzê bandora polîtîkaya Rojhilata Navîn a Amerîkayê ya guherî û qeyranên nû yên ku dinya rû bi rû ye ya li ser welatên Ewropayê û polîtîkaya van welatan a der barê Rojhilata Navîn da nivîsand.

***

Amerîka 10 salên dawîn da bi qedeme ji Rojhilata Navîn vekişiya û ji bo ku aktorên herêmî yên wekî Tirkiye, Îran, Erebistana Siûdî û Îsraîlê xetên nifûza xwe ji nû va pênase bikin bêtir qada manewrayê hişt û pêvajoyeke lihevkirinê ya ku di navbera dîplomasiya herêmî û xetera vegera pevçûnê da diçe û tê fît kir. Ewropaya ku li Ukraynayê ket nav pevçûneke din û bindariya vejenê va Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur û bindariya ewlehiyê ya îtifaqa NATOyê zêde kir û di mijara rû bi rû bûna dijwariyên merheleya lihevkirinê da nîşan dide ku xwe têrdar nabîne.

Li Rojhilata Navîn rageşiyên ku beşa dawîn a dîrokî karakterîze kirin qismen kêm bûne. Ji bo dîplomasiya herêmî vegereke bi temkîn heye. Piştî pevçûnên wekaletê yên Îran û Erebistana Siûdî ya ku çendî salan dewam kir ji bo vekirina qenalên ragihandinê rageşiya di navbera welatên Kendavê da kêm dibe û Tirkiye, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) û Erebistana Siûdî ji bo pêşxistina têkiliyên xwe dixebitin. Bi peymanên Abrahamê Îsraîl bi welatên Ereb ra peywendiyên xwe yên dîplomatîk û bazirganî normalîze dike. Lêbelê pêvajoyên hevkariya herêmî, wekî di pêvajoya bê sedemê derketina AGÎTê da wisa xuya dike ku dê nebe sedemê pêkhateyên ji bo avakirina şertên ewlehiyê yên herêmî da.

- Dînamîkên dîplomasiya herêmî ya nû

Dîplomasiya dewam dike ku piranî armanc dike ku bergeha hilbijartinên stratejîk zêde bike yan jî blokên din ên bandorên dijber derxîne holê û lewra jî ji hevkariyê zêdetir dibe ku bandora bendbendîbûnê derxîne holê. Îsraîl bi navbeynkariya Peymanên Abrahamê ya hewl dide ku wekî Misir û Urdinê bi welatên din ên Kendavê ra pêş bixe hedef dike ku ji bo îzolekirina Tehranê bi welatên Ereb ra peywendiyên xwe normalîze bike û blokeke dijberê Îranê ava bike. Îran jî bi welatên Ereb ra dîplomasiya xwe lezand, bi Qeter û MYEyê ra peywendî danîn û helwesteke alîgirê diyaloga bi Erebistana Siûdî ra nîşan dide û hewl dide ku ji tecrîdê xilas bibe.

Erebistana Siûdî di mijara diyaloga bi Îranê ra da bi temkîn e lêbelê bi qeyrana vejenê ya heyî ya xurt dibe û dînamîkên pirbendî yên di navbera Amerîka, Rûsya û Çînê da tecrube dike û xwe di qada gerdûnî da dide hesandin.

Rageşiyên di navbera Îsraîl û Îranê da dibe ku biguherin pevçûnên wekaletê, operasyonên Îsraîlê yên li axa Îranê, Îran êrîşî baregehên Amerîkayê bike û misîleme bike û êrîşên sîber ên dualî. Îrana ku ji ber serhildanan di bin tehdeya navxweyî û bernameya nukleerê bin tehdeya derva da ye dibe ku derbasî pozîsyona parastinê bibe. Dibe ku ji komên mitefîq ên li Yêmen, Iraq, Sûriye û Lubnanê sûd wergire û teahûda diyaloga bi Riyadê ra sist bike. Herwiha li Yêmena ku di navbera Îran û Erebsitana Siûdî da sehneya pevçûnê ya herî girîng e dirêj nekirina agirbestê nîşaneya ewil a di vî warî da ye.

Digel vê dîplomasiya Ewropayê ya parçebûyî ji bo Rojhilata Navîn hem di warên mirovî yên wekî tenduristî û av û hewayê da hem jî di eniya siyasî da hin zehmetiyan derdixîne. Wek mînak; divê berjewendiyên stratejîk bi mijarên prensîbî yên mizakereyên nukleerê yênn bi Îranê ra, girêdana vejenê ya ji bo welatên Kendavê û paraastina mafên mirovan ra bê lihevanîn. Bi taybetî dema mirov rûdanên neyinî yên ji bo xwe yên şerê Ukraynayê yên ku Ewropa pevçûneke "ji bo parastina heman prensîban" bi nav dike didin ber çav wisa xuya dike ku ev girêk bi fealiyetên dîplomasiyê yên piralî, xurtî rasteqîn û totalîter va bên çareserkirin.

Lêbelê wisa xuya dike ku meyla Ewropayê ya li welatên muxtelif ew e ku bi awayekî zirarê bide avakirina helwesta piralî xurtkirina têkiliyên dualî ya bi welatên herêmê ra. Wek mînak Fransa di teşebûsa piştgirîkirina hin lûtkeyên serokên herêmî yên li Bexdayê yên ku ya ewil di tebaxa 2021ê da bi temamî yekalî li Bexdayê hatin kirin va bi taybetî derkete pêş. Digel vê dîsa bi serkêşiya Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê di cotmeha 2022yan da Civaka Siyasî ya Ewropayê li Pragê civiya. Macron piştî êrîşa dijî Ukraynayê hêvî dike ku dijî Rûsyayê eniyeke hevpar ava bike. Ev pêşniyaza Macron dişibe pêşniyaza ku Françoîs Mîtterandê Serokomarê berê yê Fransayê piştî xirakirina Dîwarê Berlînê ji bo yekkirina Ewropayê pêşniyaz kir.

Li gor Serokomarê Fransayê divê Yekîtiya Ewropayê (YE) bi cîranên xwe ra nêztir tevbigere Tirkiye, Ukrayna û Îngilistan jî di nav vê xelekê da cî bigirin. Lêbelê di lûtkeya li Pragê da gelek pirs li derva man. Almanya ji niha va ji bo vê hemleya Fransayê bangewaziya sînordarkirinê kir. Fikra "Civaka Siyasî ya Ewropayê" wekî hemleyeke ku Ewropa di mijarên navneteweyî da ji bo ku bikare ji mitefîqên xwe yên li Washîngtonê cudatir tevbigere teşebûs kirê tê nirxandin. Digel vê ev pêngav pêkan e ku welî YE ji bo ku hember Rûsya û Çînê ji helwesta Amerîkayê cudatir roleke serbixwe bilîze ji bo xurtkirina destê wê bê nirxandin. Di bingeha rexnekirina vê fikrê da jî fikarên dibe ku koma nû ya dê bê avakirin NATOyê qels bike heye.

Dîsa li gor Serokomarê Fransayê ji bo ku "herêmên cîran, bi taybetî Rojhilata Navîn bigihêje îstiqrarê" dibe ku biryarên di vê lûtkeyê da hatin hildan bibin alîkar ku bersiva rast bê dîtin. Bi vî awayî digel welatên YEyê Tirkiye jî di nav da nûnerên welatên Ewropayê divê bên bal hev û ji bo bikarin polîtîkayên hevpar ava bikin hewl bidin. Herwiha digel aştî û ewlehiyê hevkariya di mijarên vejen, av û hewa û aboriyê da jî wekî armanceke din a jeopolîtîk a vê lûtkeyê tê dîtin.

Stratejiya Îngilistana digel ku endamê YEyê nîne jî dîsa bandorê li ser YEyê çêdike, yekalîtiya Fransayê, helwesta xweser a Almanyayê dibe ku hikûmeta nû ya Îtalyayê teşwîq bike ku bi heman awayî yekalî bersivê bide. Ev rewş dibe ku bibe sedem polîtîkayên dewletên endam şûna ku di eniyeke hevpar da bibin yek bikevin nav çerxeke bêweç a ku hevdu bêbandor dikin. Digel vê dewletên Ewropayê dibe bixwazin ku pêşî li rageşiya di navbera aktorên herêmî da bigirin, piştgiriyê bidin pêvajoyên dîplomatîk ên ku di navbera Îran û Erebistana Siûdî da dewam dikin û ji bo agirbesta li Yêmenê di mijara xebatên nukleerê yên Îranê da mizakereyan bi rêbazên cuda cuda bidomînin.

Ya bû sedem ku welatên Ewropayê stratejiyên ji hev cuda tetbîq dikin ev in; şerê li Ukraynayê, maliyetên vejenê yên ku bi lez zêde dibin, sabotekirina xetên boriyê yên Herka Bakur, tehdeya li ser aboriya Ewropayê. Wek mînak ziyareta Çînê ya Olaf Scholzê Serokwezîr di çapemeniya YEyê da bû rojev. Rexne li ser vê sekinîn; Almanya di polîtîkaya xwe ya Çînê da ji YEyê cuda tena serê xwe tevgeriya. Balê dikşîne ku di vê mijarê da ne tenê di nav YEyê da di nav Almanyayê da jî yekîtî tune. Di koalîsyona ku ji Partiya Demokrat a civakî (SPD), Kesk û Partoya Demokrat a Azad (FDP) pêk tê di mijara polîtîkaya Çînê da li hev nekiriye. Tê diyarkirin pêkan e ku ev hemleya Almanyayê ji bo Almanyayê çavdêriya "aborî li ser mafên mirovan ra ye" derxîne holê.

- YEyeke ku berjewendiyên neteweyî derketine pêş

Ziyareta Çînê ya Olaf Scholzê Serokwezîrê Almanyayê ji bo hewlên dîplomasiya parçebûyî ya welatên YEyê ya di heyama qeyrana aborî da mînakek e. Wisa xuya dike ku nîqaşên gelo di hevrikiya jeopolotîk a navneteweyî ya di navbera Rojava û Çînê da YE dê bi Amerîkayê ra di nav hevkariyeke tam da be yan dî polîtîkayeke derva ya realîsttir û xwesertir nîşan bide gur bûne. Herwiha îhtimal heye dema ku berjewendiyên neteweyî dibin mijar nêrîna YEyê ya der barê mijarên Rojhilata Navîn da bi Amerîkayê ra cude be. Ev rewş jihevçûnên di navbera YEyê da jî derdixîne pêş û destê kesên îdia dikin ku YE qels bûye xurt dike.

Piştgiriya ji bo fikra dijwariya herî mezin a ku Ewropa rast hatiye ew e ku dixwaze bila endamê YEyê be dixwaze bila nebe hemû welêt yek bi yek ji ber hewcehiyên xwe yên ewlehî û vejenê nikarin ku polîtîkayeke hevpar a Ewropayê ya ku dikeve pêş berjewendiyên wan ên neteweyî amade bikin, her ku diçe zêde dibe.

Teşebûsên li pêşaniyê didin berjewendiyên neteweyî û bi vî awayî dibin sedem ku Ewropayeke parçebûyî derkeve holê û têkiliya bi parçe ya Rojhilata Navîn a di merheleya normalîzebûnê da ya bi aktorên herêmî ra dibe ku li Rojhilata Navîn dabeşbûnan kûrtir bike. Ev rewş dibe ku zirarê bide hewlên normalîzebûnê yên li Rojhilata Navîn. Digel vê dibe ku di têkoşîna jeopolîtîk a navneteweyî da dirêjbûna şerê Ukrayna-Rûsyayê û helwestên welatên endamên YEyê va biguhere merheleyeke cuda.

[Dr. Orhan Karaoglu, Pisporê Têkiliyên Navneteweyî]

*Fikrên di gotaran da yên nivîskar in dibe ku polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nedin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın