Nûçeyên analîzê

ANALÎZ - Di encama aştiya bi Esed ra vegera li Sûriyeyê ya penaberan: Mînaka Libnan û Urdinê

Dewleta Libnanê ya tecrube kir ku piştî aştiya bu rejima Esed ra bi dilxwazî vegera penaberên Sûriyeyî bi ser neket jî ji bo vegera bi zorî li ser planekê dixebite

Ömer Özkızılcık  | 02.11.2022 - Rojanekırın : 04.11.2022
ANALÎZ - Di encama aştiya bi Esed ra vegera li Sûriyeyê ya penaberan: Mînaka Libnan û Urdinê

Istanbul

Omer Ozkizilcik nirxandineke der barê rapora ku li ser tecrubeyên Libnan û Urdinê yên paşda vegerandina penaberên Sûriyeyî disekine ji bo AA Analîzê nivîsand.

***

Li gor reqamên fermî her çiqas îro li dinyayê nifûsê herî mezin a penaberan bi 7,4 milyonî welatiyên Ukraynayê bin jî dema penaberên Sûriyeyê yên neqeydkirî tên hesabkirin derdikeve holê ku nifûsê penaberan a herî mezin a li dinyayê Sûriyeyî ne.

Tirkiye bi 3,6 milyon nifûsê va di pozîsyona wî welatê da ye ku herî zêde mazûvantiya Sûriyeyan dike. Di vê mijarê da piştî Tirkiyeyê Libnan û Urdin tên. Herdu welatên navborî jî li gor reqamên fermî ji bo 1,5 milyon penaberên Sûriyeyî mazûvantiyê dikin lê bi Sûriyeyiyên neqeydkirî va ev reqam digihêje 2,9 milyonî. Lêbelê Urdin û Lubnan ber bi xilasiya sala 2018an bi rejima Esed ra têkilî normalîze kirin û ji bo vegera penaberên Sûriyeyî yên li welatên wan li hev kirin û ji bo vegeran mekanîzmayek ava kirin.

Di rapora bi sernava "Li Libnan û Urdinê Rewşa Penaberên Sûriyeyî yên Paşda Venegeriyan (Nekarîn Vegerin)" a ku ji hêla Navenda Lêkolînên Stratejîk a Umranê va hat weşandin da derxist holê ku ji Urdin û Libnana li bendê bû ku bi normalîzebûn û başbûna têkiliyan va penaberên Sûriyeyê paşda vegerin veger zêde nebûne, bereksê wê kêm bûye û vê jî bi reqam, sedem û çarçoveya pêvajoyan da nîşan daye.

- Li Libnanê rewşa dawîn

Li Libnanê digel ku li gor reqamûn fermî jimara penaberan dora 831 hezarî be jî di daxuyaniyên rayedarên hikûmeta Libnanê da tê gotin ku reqamên rastîn 1,5 milyon e. Her wiha Libnanê di gulana 2015an da qeydkirina penaberên Sûriyeyî yên li welêt rawestand. Ji ber vê jî Sûriyeyiyên li welêt bixwazin jî nayên qeydkirin.

Sûriyeyiyên li welêt teqabûlê ji sedî 22yê civakê dikin û bi Filistîniyan ra jimara penaberan bi tevahî dibe ji sedî 29ê nifûsa welêt. Bi taybetî dema mirov hevsenga hesas a di navbera dîn û mezhebên cuda yên wekî li Libnanê dide ber çav pêkan e bê gotin ku penaberên Ereb ên Sunî yên hatin gelekî bandor li ser demografiya welêt kirin. Her wiha ji welatiyên Libnanê ji sedî 31,9 sunî, ji sedî 31 şiî ne, ji sedî 32,4 xiristiyan û ji sedî 4,5 jî durzî ne. Li gor daxuyaniya hikûmeta Libnanê penaberên Sûriyeyî ji bo Libnanê bihayê 33 milyar dolar maliyet derxistiye.

- Li Urdinê rewşa dawîn

Heke em bên Urdinê li welêt jimara penaberên Sûriyeyî yên li welêt qeydkirî ne 676 hezar û 496 e. Ji sedî 19ê penaberên Sûriyeyî yên qeydkirî li kampan dijîn. Lêbelê tê texmînkirin ku bi penaberên Sûriyeyî yên neqeydkirî va ev reqam 1,4 milyon e. Ji sedî 12ê nifûsa welêt penaberên Sûriyeyî ne. Bereksê Libnanê penaberên Sûriyeyî yên li Urdinê ji hêla mezhebê va dişibe nifûsê Urdinê. Lêbelê li welêt digel Sûriyeyiyan penaberên Filistînî û Iraqî hene û nifûsê penaberan a tevahî teqabilî ji sedî 37ê welêt tê. Lewra jî mirov dikare bibêje ku li Urdinê ji her sê kesan kesek di pozîsyona penaberan da ye. Tê nirxandin ku penaberên Sûriyeyî yên li welêt dijîn bêyî penaberên din ji bo Urdinê salane 2,5 milyar dolar maliyetê derdixîne.

- Di pêvajoya aştiya bi rejima Esed ra penaber

Di raporê da hat gotin ku Libnan û Urdin ji ber penaberên Sûriyeyî bin barekî giran da ne û herdu welêt geşedanên eskerî yên li Sûriyeyê yên di sala 2018an da wekî firsendek nirxandin. Her wiha rejima Esed bi piştgiriya Rûsya û Îranê hemû herêmên nêzî Urdin û Libnanê hildan bin kontrola xwe û piraniya nifûsê li herêmê dijî deportî herêmên bakurê Sûriyeyê kiriye ku ji hêla Tirkiyeyê va tên himayekirin.

Li ser geşedanûn navborî hem dewleta Libnanê hem jî Urdinê dîsa bi rejima Esed ra peywendî danîn, têkilî normalîze kirin û heyet şandin Şamê. Di navbera serokên dewletan û wezîran da hevdîtin hatin kirin. Piştî normalîzebûna têkiliyan herdu welatan ji bo paşda vegera penaberan bi rejima Esed ra li hev kirin û ji bo vê mekanîzmayek ava kirin. Di çarçoveya vê mekanîzmayê da lîsteyên navên Sûriyeyên xwestin ku vegerin Sûriyeyê ji rejima Esed ra hatin şandin û rejim vegera kesên di lîsteyê da cî digirin yek bi yek an erê kiriye an jî red kiriye. Di sala 2019an da ji navên di lîsteyê da cî digirin ji sedî 90 hatine qebûlkirin û ji herdu welatan bi tevahî dora 50 hezarî veger çêbûye. Lêbelê rejima Esed paşê mekanîzma xira kir û ev navana pesend nekirin. Wek hincet jî ji bo vegeran "kêmasiya binesaziya li Sûriyeyê" nîşan daye.

- Fikarên vegerê yên penaberên Sûriyeyî

Dema îro mirov lê dinihêre li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji Libnan û Urdinê di 3 salên berî 2019an da 54 hezar penaberên Sûriyey, vegeriyane, di 3 salên piştî 2019an da jî tenê 30 hezar Sûriyeyî vegeriyane. Bi kurtasî Urdin û Libnana li bendê bû ku bi normalîzebûn û başbûna têkiliyan va penaberên Sûriyeyê paşda vegerin, lê veger zêde nebûne bereksê wê kêm bûye. Rejima Esed bi başkirina têkiliyan destkeftî bi dest xistine û paşê rêya vegera welêt xitimandiye.

Digel ku di sala 2019an da vegera wan ji hêla rejima Esed va hat pesendkirin jî kesên vegeriyan xistin jêpirsînê, hatin hepiskirin, êşkence kirin, rastî destdirêjiyê hatin û heta hatin kuştin vê jî motîvasyona vegerê ya Sûriyeyiyan şikandiye. Her wiha ji herêmên wekî Libnanê ku lê qeyrana finansî heye, mafê Sûriyeyiyan a qeydbûnê tune, lê qeyrana hikûmetê heye û bûyerên wekî teqîna Lengergeha Beyrûtê qewimîn jî paşda veger hatiye asta rawestanê.

Hêmaneke din a ku pêşî li paşda vegera penaberên Sûriyeyê digire jî xizmeta eskeriya mecbûrî ye ku rejima Esed tetbîq dike. Her wiha piraniya Sûriyeyiyên paşda vegeriyan naxwazin ku bi zorê bên çekdarkirin, wan sewqî xetên eniyê bikin û herêmên ku eqrebayên wan lê dijîn bombebaran bikin yan jî piştî ku wan hildan eskeriyê wan sewqî herêmên bin kontrola YPGyê da bikin ku dijî eskerên Tirk û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê şer bikin.

- Helwesta rejima Esed a der barê penaberan da

Dema ji hêla rejima Esed va tê nirxandin eşkere ye ku vegera penaberên Sûriyeyî nayê xwestin. Her wiha rejima Esed hem xwedî wê qabîliyetê nîne ku li nifûsekî evqas mezin xwedî bike û penaberan wekî xaîn û dijmin bi nav dike û ji bo otorîte û îradeya xwe wan wekî tehdîdekê dibîne.

Di vê çarçoveyê da yek ji daneyên din ên ku raporê bi dest xist Urdin digel dixwaze ku penaberên Sûriyeyî paşda vegerîne di encama başbûna têkiliyan û vebûna deriyên sînor va bi pirsgirêka hişbirê ya mezin ra rû bi rû ma. Ji ber ku rejima Esed bi awayekî sîtematîk hişbirê çêdike. Digel sewqiyatên ku ji ser Libnana kevin û lengergeha Tartusê tên kirin wekî rotaya sewqiyatê ya nû jî Urdinê diyar kiriye. Tê texmînkirin ku bihayê hişbira ku rejima Esed çêdike di serî da hebê Captagonê salane 30 milyar dolar e.

Dewleta Libnanê ya tecrube kir ku piştî aştiya bi rejima Esed ra bi dilxwazî vegera penaberên Sûriyeyî bi ser neket jî ji bo vegera bi zorê li ser planekê dixebite. Hevdîtinên bi rejima Esed ra didomin û heke plan bê tetbîqkirin her meh dê 15 hezar Sûriyeyî bi zorê paşda bên şandin û li Sûriyeyê li kampên berwext bên bicîkirin. NY ji bo ku vê planê tetbîq neke hişyarî da Libnanê. Pêvajoya bi zorê paşda şandinî hê nehatiye destpêkirin û nayê zanîn ka dê encamên wê çi bin.

Rapora ku Navenda Lêkolînên Stratejîk a Umranê weşand nîşan dide ku di nîqaşên koç û vegerê da divê tecrubeyên dewletên Urdin û Libnanê bidin ber çav.

[Omer Ozkizilcik, pisporê polîtîkaya derva û ewlehiyê]

*Fikrên di gotaran da yên nivîskar in û dibe ku polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nede.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın