ANALÎZ - Endamtiya NATOyê ya muhtemel a Swêd û Fînlandiyayê û helwesta Tirkiyeyê
Li Swêdê piştî hilbijartinên giştî îqtidar ji Demokratên Civakî derbasî hikûmeta koalîsyonê ya nû ya ku bi serokatiya Partiya Muhafazakar a Mutedîl hat avakirin bû û ev dibe ku bibe sedema guherîneke watedar
Istanbul
Dr. Nurgul Bekar ji bo AA Analîzê guherîna hikûmetê ya li Swêdê di çarçoveya endamtiya NATOyê ya muhtemel a Swêd û Fînlandiyayê da nivîsand.
***
Îtifaqa Atlantîka Bakur (North Atlantic Treaty Organization-NATO) a ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ji bo pêkanîna hewcehiya parastin û ewlehiyê ya Bloka Rojava di sala 1949an da hat damezrandin seranserê salên Şerê Sar ji bo Yekîtiya Sovyetê û tehdîdên komunîzmê rêxistina bingehîn bû. Piştî ku di sala 1989an da Dîwarê Berlînê hilweşiya û pergala "dinyaya dubendî" xilas bû Pakta Varşovayê ya ku rêxistina ewlehî û parastinê yê Bloka Rojhilat bû hat fesixkirin hebûna NATOyê hat nîqaşkirin lêbelê di encama tehdîd û xetereyên ku di polîtîkaya navneteweyî da zêde bûn rêxistinê bi hêsanî ji xwe ra sedemên nû yên hebûnê dîtin. Di salên 1990î da têgeha "dervayî qadê-out of area” canxelasiya ku NATOyê dixwest dayê û NATO li cihên dervayî erdnîgariya Atlantîka Bakur jî tesîra xwe nîşan da.
NATO ji roja ku hatiye damezrandin vir va konseptên stratejîk ên cuda eşkere kirin û di roja me da di serê tehdîdên ku pênase kiriye da Federasyona Rûsyayê (û Çîn) tê û dema mirov atmosfera şerê Rûsya-Ukraynayê ya ku ji 24ê sibata 2022yan vir va didome bidin ber çav jî nîşan dide ku qet nebe ji bo welatên endamên NATOyê di siyaseta navneteweyî da aştî û gumrahî derbas dibe. Ji bo ku dawî li daxwazên Rûsyayê yên li ser axa Ukraynayê bînin û heman rewş li welatên din jî neqewime rola ku dê NATO bilîze gelekî girîng e. Taybetmendiyeke girîng a rêxistinê dê madeya pêncemîn a peymana damezrînê da cî digire. Li gor vê madeyê êrîşeke ku dijî endamekî NATOyê hat kirin wekî ku hember yên din jî hatiye kirin tê qebûlkirin û "mudafaya kolektîf" tê pêşbînîkirin. Di heman demê da NATO rêxistineke wisa ye ku bi yekdengiyê biryaran dide. Bi gotineke din dema ku yek ji endaman bibêje "na" li rêxistinê biryardayîn mimkun nîne û di vê çarçoveyê da firehbûn jî yek ji wan mijaran e ku divê bi yekdengî bê hildan.
- Şert û mercên ku Swêd û Fînlandiya xistin rêya endamtiya NATOyê
Pêvajoya ku bi êrîşa Rûsyayê ya dijî Ukraynayê dest pê kir di ewlehiya Ewropayê da asta tehdîd û xetereyê zêde kir û li ser vê yekê Swêd û Fînlandiyayê di gulana 2022yan da ji bo endamtiyê serî li NATOyê da û cardin berfirehbûna rêxistinê hat rojevê. Ya rast ev herdu welatên ku ji salên 90î vir va di projeya "Hevkariya Ji Bo Aştiyê (BÎO) ya NATOyê da cî digirin bi îtifaqê ra di halêhazir da di nav têkiliyên gelekî nêz da ne. Herwiha Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê jî eşkere kir ku Swêd û Fînlandiya du welatên herî nêzî îtifaqê ne. Lêbelê xetereya ku Rûsyayê hem ji bo Ewropayê hem jî ji bo ewlehiya wan derxist holê hewcehiya van herdu welatan a bi sîwana NATOyê kir rewşeke acîl û wan jî serlêdanên endamtiyê lezandin.
Ya rast piştî ku Rûsyayê di sala 2014an da Qirim dagir kir û paşê li nav Ukraynayê piştgirî da tevgerên cudaxwaz pêvajoyê dest pê kir. Piştî wê demê Swêd û Fînlandiyayê di saziyên xwe yên parastin û ewlehiyê da rojanekirin kirin û budçeya ku ji bo parastinê veqetandibûn zêde kirin. Ev rewş ji bo herdu welatan jî ji Şerê Cîhanê ya Duyemîn vir va guherîna stratejiyê ya girîng nîşan dida. Statuya bêterefiyê ya ku bi zanebûn tetbîq dikirin terikandin û ev yek bi qasî Swêd û Fînlandiyayê ji bo parastin û ewlehiya transatlantîk jî dê parametreyên bingehîn biguherîne. Sînora 1340 kîlomêtroyî ya di navbera Fînlandiya û Rûsyayê da dê bibe sedem ku sînorê NATO-Rûsyayê jî du qat zêde bibe ev rewş dê ji aliyekî nêrîna tehdîda ji NATOyê ya dijî Rûsyayê fireh dike ji aliyê din va jî encama reqabeta siyasî dê ber bi Cemsera Bakur ya ku pispor wisa difikirin ku lê çavkaniyên vejenê yên girîng hene here.
- Vetoya mafdar a Tirkiyeyê
Piştî ku Swêd û Fînlandiyayê di 18ê gulana 2022yan da ji bo endamtiya NATOyê serî lê dan di 28-30yê hezîrana 2022yan da li Madrîdê lûtkeya NATOyê hat lidarxistin û di lûtkeyê da hema bêje hemû welatan beşdariya herdu welatan erênî dît. Di nav 30 endamên NATOyê da Macaristan ji ber ku herdu welat tevî NATOyê bibin û rêxistin berfireh bibe dê ev yek Rûsyayû tehrîk bike dudil ma lê eşkere kir ku dê di kanûna pêşîn da endamtiyan pesend bike.
Di vê rewşê da xuya dike ku ji bo endamtiya NATOyê ya herdu welatan ya ku herî zêde fikarên wê hene Tirkiye ye. Lewra Tirkiye ji ber ku Swêd û Fînlandiya di berterefkirina tehdîd û xetereyên dijî ewlehiya neteweyî da li gor mitefîqiyê hevkariyê nakin ji bo endamtiya NATOyê ya van dewletan hin daxwaz eşkere kirin. Di vê çarçoveyê da Tirkiyeyê got ku bi taybetî Swêd destûrê dide fealiyetên rêxistinên terorê yên wekî PKK, FETO û PYD/YPGyê, milîtanên wan dihewîne û xwest ku sûcdar bên îadekirin û der barê mijarên hatin bilêvkirin da hevkariyeke ji dil bê kirin. Her wiha yek wekî yek ji şertên pesendkirina endamtiyan rakirina sînordarkirina firotina çekan a ku Swêdê piştî Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Tirkiyeyê di sala 2019an da pêk anî beyan kir.
Di Lûtkeya NATOyê ya ku hezîranê hat kirin da di navbera Swêd, Fînlandiya û Tirkiyeyê da bi teşebûsa Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê da di 29ê hezîrana 2022yan da mutebaqateke sêalî hat îmzekirin û ji bo ku di têkoşîna dijî terorê da daxwazên Tirkiyeyê pêk bînin "Mekanîzmaya Daimî ya Hevpar" a ku di navbera Wezareta Karên Navxweyî, Wezareta Karên Derva, Wezareta Edaletê, saziyên ewlehî û îstixbaratê da pêş dibîne hat avakirin. Avakirina vê mekanîzmayê hilda bin qeydê ku Swêd û Fînlandiya dê dijî terorê stratejiyeke çalaktir bişopînin, terorîstên ku Tirkiyeyê xwest bên îadekirin bide.
Li Swêdê piştî hilbijartinên giştî îqtidar ji Demokratên Civakî derbasî hikûmeta koalîsyonê ya nû ya ku bi serokatiya Partiya Muhafazakar a Mutedîl hat avakirin bû û ev dibe ku bibe sedema guherîneke watedar. Her wiha birêvebiriya nû di 30yê îlonê da sînordarkirina çekan a dijî Tirkiyeyê tetbîq dikir rakir, di mijara têkoşîna dijî terorê da qanûneke nû derxist û di 5-6ê cotmeha 2022yan da rayedarên Wezareta Edaletê yên Swêd û Tirkiyeyê li ser îadekirina sûcdarên Tirkiyeyê xwestin civîn kirin. Di heman çarçoveyê da hevdîtineke din jî di navbera Fînlandiya û Tirkiyeyê da di 25ê cotmeha 2022yan da dê bê kirin.
- Helwesta Swêdê
Tirkiye wek prensîb heta niha her dem berfirehbûna NATOyê erênî dîtiye û piştgirî dayê, lê Tirkiye ji dijberiya endamtiya NATOyê ya Fînlandiya û Swêdê zêdetir dixwaze ku mitefîqên wî yên di pêşerojê da fikarên wê yên der barê ewlehiya neteweyî da parve bikin û di vê mijarê da hevkariyê bikin. Di vê çarçoveyê da Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "heke di mijara îadekirina sûcdaran da geşedanek çênebe û sozên ku di Mutebaqata Sêalî da dane Tirkiyeyê neyên bicîanîn dê neyê qebûlkirin ku Protokolên Beşdariyê yên Swêd û Fînlandiyayê ji Meclisa Mezin a Gel a Tirkiyeyê (TBMM) ra bê şandin" û destnîşan dike ku ka çiqas girîng e ku ev dewlet dijî terorê bi Tirkiyeyê ra helwesteke hevpar nîşan bide. Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu jî di hevdîtinên ku bi hemtayên xwe yên Fînlandiyayî û Swêdî ra kirin da biryardariya Tirkiyeyê diyar dike.
Ulf Krîsterssonê serokwezîrê nû yê Swêdê di nameya ku çend roj berê ji Serokomar Erdogan ra şand da nivîsand ku "Swêd ji bo endamtiya NATOyê ji bo hevkariya ku Tirkiye dixwaze amade ye, piştî ku endamtiya NATOyê pêk hat jî dê mitefîqî çi hewce bike bi cî bînin û ji bo ku li ser van mijaran biaxivin dixwaze ku bê Enqereyê" û pêkan e ku ev wekî danezana niyeta baş bê nirxandin.
Rayedarên Swêdî her wiha beyan kirin ku der barê tehdîda PKKya rêxistina terorê ya dijî ewlehiya neteweyî û rola wê ya di sûcên organîze da analîzên nû amade kirin, polêsên Swêdê dijî hêmanên terorê dest bi xebatê kirin. Piştî ku Macaristanê eşkere kir ku dê di nîvê kanûna pêşîn da pesend bike ku herdu welêt beşdarî NATOyê bibin wisa xuya dike ku pêkhatina endamtiya Swêd û Fînlandiyayê girêdayî domandina pêngavên hevkariyê û bicîanîna şertên Tirkiyeyê ye. Di vê çarçoveyê da di serî da Amerîka endamên din ên NATOyê şûna ku texmînan bikin ku dê heta dawiya salê endamtiya herdu welatan temam bibe girîng e ku hesasiyetên Tirkiyeyê fehm bikin û helwesteke erênî nîşan bidin.
[Dr. Nurgul Bekar hîndekara doktor a beşa Têkiliyên Navneteweyî û Zanista Siyasetyê ya ÎÎBF a Zanîngeha Ufukê ye]
*Fikrên di gotaran da yên nivîskarê ne û dibe ku polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nedin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.