ANALÎZ - Sêva sor a Erdogan: Sedsala Tirkiyeyê
Dr. Mehmet Yalçin Yilmaz di çarçoveya perspektîfên navneteweyî da vîzyona "Sedsala Tirkiyeyê" ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo AA Analîzê nivîsand.
Istanbul
Dr. Mehmet Yalçin Yilmaz di çarçoveya perspektîfên navneteweyî da vîzyona "Sedsala Tirkiyeyê" ya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo AA Analîzê nivîsand.
***
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi bernameyekî "Sedsala Tirkiyeyê" ya ku di çarçoveya gerdûnî da gotineke bi îdia ye pêşkêşî raya giştî kir. Partiyên din û rojnamevanên mixalif jî vexwendin bernameyê û bal kişand ku di bernameyê da flamayên partiyê di asta herî kêm da hatine bikaranîn. Di bernameyê da ji polîtîkayên partiyê û sozên hilbijartinê zêdetir vîzyona ku Erdogan ji bo Tirkiyeyê pêş dibîne derket pêş. Serenavên wekî sedsala zanistê, dijîtalê, hilberînê, hêzê û domdariyê serenavên wisa bûn ku xitabî nifş û aliyên cuda dikir.
- Derketina Erdogan
Ji bo ku vîzyona Sedsala Tirkiyeyê bê fehmkirin divê li ser kariyera siyasî ya Erdogan bi baldarî lêkolîn bê kirin. Di heyama serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da bi îcreatên xwe yên serkeftî derket pêş û ji ber ku gelek pirsgirêkên ketine ser hev çareser kirin ji hêla gelek aliyan va wekî aktorê siyasî yê dahatûyê hat dîtin. Pirsgirêkên binesaziyê yên Stenbola ku ji sedî 20 nifûsa Tirkiyeyê lê dijî yek bi yek hatin çareserkirin û vê jî hember siyasetmedarên westiyayî yên li Enqereyê Erdogan derxist pêş.
Erdogan ji bo ku şopên derbeya post-modern a 28ê sibatê jê bibe derket rê û ji bo hilbijêrên ku di salên 1990î da bi koalîsyonan westiyabû wekî hêviyek bû. Digel alîgirên hilbijêrên Partiya Refahê ya hat girtin dengên hilbijêrên ANAP, DYP û MHPyê jî hilda AK Partî bire îqtidarê. Bi saya hilbijartinên 2002yan va Erdogana ku qedexeya wî ya siyasî hebû, bi piştgiriya ji der û dor hilda kilîda navendê vekir. Alîgirên ANAP û DYPya ku ji arenaya siyasî hatin dûrxistin bêtir berê xwe dan AK Partiyê, qismek jî çûne partiyên din.
Erdogana ku piştgiriya xîzanên bajêr, taşra û taybetî esnafan hilda bi YE û Rojava ra têkiliyên xwe xurt girtin û dijî wesayeta eskerî ya cîbûyî jî têkoşîn da. Helwesteke ku di civînên Lijneya Giştî ya Ewlehiyê da îradeya sivîl derdixîne pêş nîşan da.
Pêvajoyên wekî doza girtina partiyê ya bû sedem ku Erdogan di girtîgehê da rojên dijwar derbas bike, e-muxtira, qeyrana MÎTê ya 7ê sibatê, teşebisa derbeyê ya 15ê tîrmehê di heman demê da pêk anîn ku di kariyera xwe ya serokatiyê da bibe hoste. Erdogan di serî da dijî erka dewletû di nav têkoşîna demokratîk da cî girt û bi gotineke reaksiyonî gihaşt û bi atmosfera Yenîkapiyê ya ku piştî 15ê tîrmehê derket polîtîkayên ewlehîparêz pejirand.
Herwiha 15ê tîrmehê bû sedema atmosfereke ku Erdogan têkiliyên xwe yên bi mitefîqên xwe yên Rojavayî ra li ber çavan ra derbas kir. Rêxistina Terorê ya Fetullahî TBMM û Yekîneya Herekata Taybet a Golbaşiyê bombebaran kir û 251 welatî şehîd kirin û ev yek jî bû sedem ku Erdogan ji nû va mitefîqên xwe yên navneteweyî pênase bike û giraniya xwe bide polîtîkayên navenda wan ewlehî ye.
- Hevkêşeyên dinyayê yên diguherin
Dema ev diqewimîn ji aliyekî va jî hevkêşeyên dinyayê diguherîn. Di pergala yek alî ya piştî Şerê Sar da rola sereke ya Amerîkayê di gelek qadan da hat pirsiyarkirin. Tiştên ku li Iraq û Efxanistanê qewimîn çendî caran nîşan dan ku Amerîka li qadên lê bibandor e pergeleke adil pêk neaniye.
Rojava piştî SSCByê ji qelsiya Rûsyayê sûd wergirt û xwest ku li Rojhilatê Ewropayê, Baltiqê, Başûrê Qafqasyayê û Behra Reş hebe. NATO di salên 1999, 2004, 2009 û herî dawî di sala 2017an da li Qeredaxê berfireh bû û ev yek bi ewlehiya YEyê û lêgerîna bazarê ra li hev dikir. Ev firehbûn herçiqas di serî da Rûsyayê aciz bike jî diyaloga ku Angela Merkela Şansolyeya Almanyayê bi Vladimîr Putînê serokê Rûsyayê ra pêş xist li ser bingeha bendeyiya dualî pêş diket.
Rûsyayê di serî da Almanya çavkaniyên vejen û madeyên xam sewqî Ewropayê dikir û têkiliyên Rûsyayê yên bi Çînê ra bi taybetî Amerîka û Îngilistanê tengezar kir. Di şerê bazirganiyê ya ku di heyama Donald Trump da dest pê kir da hilberînên şirketên Amerîkayî yên li Çînê hedef hat girtin û di bacên bazirganiyê da verastkirinek hatin kirin û hewl dan ku hilberînî bikêşin hûndir. Di belgeyên Amerîkayê da asta ku dê Çîn di salên 2035 û 2040î da bigihêjê xeternak tê dîtin û xerckirinên di parastinê da tengezarî derdixist holê. Amerîka, Îngilsitan û Awistralyaya dixwestin ku Çînê rawestînin û li Asya-Pasîfîkê serdestiyê bi dest bixin di sala 2021ê da îtifaqa eskerî ya AUKUSê ava kirin.
Çîn di xerckirina vejenê ya dinyayê da xwedî pareke ji çar paran parek e û bi şerê Rûsya-Ukraynayê ra hewcehiya vejenê zêde bû û ev yek jî bû sedem ku Amerîka û mitefîqên wî dêhna xwe bidin çavkaniyên vejenê. Hewzeyên vejenê yên wekî Rûsya, Qazaxistan, Xezer, Îran û Kendavê bi baldarî tê şopandin. Piştî ku Rûsyayê Ukrayna dagîr kir bandora Amerîkayê ya li Ewropayê jî zêdetir bû. Plana bi Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê jî nîşan dide pêkan e ku şerê vejenê di siberojê da bipeke Behra Bakur.
Bi kurtasî em di nav heyameke wisa da ne ku di siyaseta navneteweyî da pergala Neteweyên Yekbûyî bêtesîr maye. Konseya ewlehiyê ya 5ê ya vê pergalê hevkariyên herêmî û organîzasyonên lokal mecbûrî dike. Dînamîkên herêmî yên ku dê ji bo pirsgirêkên wekî hewcehiya vejenê, qadên pevçûnê, pirsgirêkên sînor, koç, terorîzmê çareseriyên lokal derxînin giring dibin.
- Hember qeyran û firsendan Tirkiye
Erdogan di qeyrana Sûriyeyê da bû aktorê bibandor ê hevkariyên herêmî. Di pêvajoyên Soçî û Astanayê da bi Rûsya û Îranê ra li ser heman maseyê cî girt. Digel kêmasiyên di pêvajoya Cenevreyê da diyaloga Tirkiye-Rûsya-Îranê dewam kir. Herçiqas qeyrana Sûriyeyê nehatibe çareserkirin jî hildan bin kontrolê û pêşî li planên kantonê yên rêxistinên terorê hat girtin. Li bakurê Sûriyeyê herêmên ewledar hatin avakirin, fealiyetên mirovî hatin kirin, nexweşxane û dibistan hatin vekirin û vê jî cardin îsbat kir ku potansiyela Tirkiyeyê heye ku li herêmên pevçûnê îstiqrarê pêk bîne.
Îro Erdogan hewl dide ku di şerê Rûsya-Ukraynayê da Behra Reş wekî qadeke bêpevçûnê bigire û ev polîtîka bandorî dahatûya herêmî dike. Enqereya ku Peymana Montroyê herfiyen bi cî tîne li Behra Reş destûrê nade rageşiyê. Ev helwest ji hêla çavdêrên serbixwe va polîtîkaya derva ya Tirkan a tam serbixwe û serokatiya Erdogan giranbar dike. Di navbera Rûsya û Ukraynayê da şer dewam dike û Tirkiye trafîka dîplomasiyê dimeşîne û bi sernavûn guherîna êsîran, alîkariya mirovî, korîdora dexlê roleke aktîf dilîze û vê yekî jî di siyaseta dinyayê da helwesta çêker a Erdogan derxist pêş.
Mueyideyên dijî Rûsyayê hatin tetbîqkirin hewcehiya xaza sirûştî ya Ewropayê jî anî rojevê. Hebûna xetên Turk Akimi û TANAPê Tirkiyeyê derxist pêş. Formula ji ser Tirkiyeyû firotina xaza sirûştî ya Pûtîn a ji bo pêkanîna hewcehiya Ewropayê xwedî peyameke pir alî ye. Em ê di şerên vejenê da bibin şahidê heyameke ku giringiya jeopolîtk a Tirkiyeyê zêde dibe.
Tirkiyeya ku hêzeke giring a NATOyê ye ji Rûsyayê pergala parastina asîmanê ya S400ê kirî û vê yekê jî DYA aciz kir û bû sedem ku dijî Tirkiyeyê mueyideyên qismî bên tetbîqkirin û vê pêvajoyê veberhênanên pîşesaziya parastinê ya Tirkiyeyê zêdetir kir. Şirketên Tirkan di nav rêza dinyayê da di nav sed şirketan da bi 7 şirketan va cî girtin. Hilberînên Tirkiyeyê yên di warê teknolojiyên parastinê da paradîgmaya şer guhert. Pergalên parastinê yên Tirkan yên ku li Libya, Qerebax û Ukraynayê hatin bikaranîn di têkoşîna dijî terorê da di herekatên li Iraq û Sûriyeyê da jî serkeftinên giring bi dest xistin. Tirkiye di rêzên îxracata pîşesaziya parastinê da derket rêza 11emîn û bi îxracate ku li gelek welatên wekî DYA, Azerbaycan, Qeter, Îmarat, Mexrib, Ukrayna, Polonyayê kir va gihaşt qebareyeke ku bi lez zêde dibe.
Di heyama Biden da, DYA ji Efxanistanê vekişiya û welêt ji Talîbanê ra hişt û vê yekê di serokên Kendavê da bû sedema tengezariyê hember vê yekê wekî hêza herêmî Tirkiye hember Îranê wekî hêmaneke pêximker derdikeve pêş. Tecrûbeya navneteweyî ya Tirkiyeyê ya di têkoşîna dijî rêxistinên terorê yûn wekî PKK/YPG, DEAŞê da li Rojhilata Navîn dibe sedem ku elîtên ereb ên li îstiqrarê digerin bi Erdogan ra li hev bikin. Polîtîkaya derva ya Erdogan a li ser bingeha neo-realîst û pragmatîk ji bo hevkarî û firsendên nû derî vedike.
Ji hêla din va polîtîkaya Wetenê Şîn va bi taybetî li Rojhilatê Behra Spî bi qadên rayeya behrê va hat rojevê. Peymana ku Tirkiyeyê bi Libyayê ra kir, helwesta wî ya biryardar konsorsiyuma EASTMEDê bi ser nexist. Di demek nêz da dê bê dîtin ku li Rojhilatê Behra Spî formuleke bê Tirkiye mimkûn nîne û di rotaya ku dê Ewropayê xwedî bike da binesaziya xaza sirûştî ya Tirkiyeyê dê derkeve pêş.
Pirsgirêkên ku şirketên Ewropayî di tedarika berhemê ya ji Çînê da dijîn pîşesaziya îmalatê ya Tirkiyeyê jî bizavdar kir. Sektorên wekî xurek, tekstîl, pîşesaziya camê, parçeyên yêdek, otomotîv, alavên malê lezandin. Pîşesaziya Tirkan dema ku bê piştgirîkirin di hin sektorên maliyeta vejenê zêde ye da dê bibe navenda hilberînê.
- Sêva sor a Erdogan
Erdogan di vîzyona Sedsala Tirkiyeyê da hewl dide ku kevneşopiya dewletê ya Tirkan pejirandiye, dijî xetereyên navneteweyî amade, bi asoyeke ku firsendan dibîne gotina xwe bigihîne girseyên berfireh. Hewl dide ku motîvasyona xwe ya pêşveçûnî û muhafezekar a Necmettîn Erbakan hilda bi perspektîfa dînamîk a şoreşger a Xazî Mustafa Kemal Ataturk ra bike yek. Erdogan mihafezekariya Tirkiyeyê bi pergala demokratîk û navendê ra entegre kir û Erdogan xwediyê wê qabiliyetê ye ku dijberên xwe jî biguherîne û bikêşe navendê.
Erdogan di sala 100emîn a Komarê da ji bo aliyên ku ji "Dewlet Baba"yê westiyane bi taybetî ji bo kesên ku di heyamên derbeyê da hatine dûrxistin soza "Dewleta Dayik" dide. Ji bo ku pêvajoya çû Îtifaqa Cumhur a ji bo ku bingeha mutebaqata fireh û lihevkirina civakî pêk bîne çêbû û fehmkirina qeyranên herêmî hewl dide.
Erdogan di polîtîkaya derva ya Tirkan da meşruiyeta aştiyane, realîst, navneteweyî hilde merkezê, hevkariyên herêmî û navneteweyî dide pêş çav û digel vê mîsyona welatê navend a ku bandorê li alema Tirkan û Îslamê dike, dixe hedef. Sedsala Tirkiyeyê ji bo Teşkîlata Dewletên Tirk, misilmanên cîhanê û hemû gelên mezlûm kurtasiya vîzyona pergaleke adilane ye û dikarin lê bijîn e.
[Dr. Mehmet Yalçin Yilmaz hîndekarê Enstîtuya Lêkolînên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Stenbolê ye]
*Fikrên di gotarê da yên nivîskar in û dibe ku polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nîşan nede.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.