Perwerdehî

Li dibistanan ji bo tetîla navberê ya ewil zengila dersa dawîn dê sibê lêxe

Buğrahan Ayhan  | 07.11.2024 - Rojanekırın : 08.11.2024
Li dibistanan ji bo tetîla navberê ya ewil zengila dersa dawîn dê sibê lêxe

Ankara

 Li dibistanên seretayî û navînî yên Wezareta Perwerdeya Neteweyî qedera 20 milyon xwendekar dê di 11-15ê Mijdarê da derkevin tetîla navberê ya ewil a sala perwerde û hîndekariyê ya 2024-2025an.

Tetîla navberê ya yekem dê 11ê Mijdarê roja Duşemê dest pê bike û 15ê Mijdarê roja Înê jî bi dawî bibe. Xwendekar berî tetîla navberê dê sibê bikevin dersa dawîn.

Mamoste jî dê semînerên xwe yên tetîla navberê di 11-15ê Mijdarê da online kuta bikin.

Piştî tetîla navberê xwendekar dê di 18ê Mijdarê da cardin dest bi dersên xwe bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın