Polîtîka, archive

Ji bo Gulen ji 19 salan heta 34 salan cezayê hepsê dixwazin

Lêpirsîna "kumpasa ser tahşiyeyiyan" temam bû. Di îdianameya Dozgeriyê de hat xwestin ku Fetûllah Gulen ji 19 salan heta 34 salan bi cezayê hepsê bê cezakirin.

17.09.2015 - Rojanekırın : 17.09.2015
Ji bo Gulen ji 19 salan heta 34 salan cezayê hepsê dixwazin

ÎSTANBUL

 

Îdianameya der barê 33 gumanbarên ku di nav wan de Fetûllah Gulen û Serokê Koma Weşanê ya Samanyoluyê Hîdayet Karaca û midûrên ewlehiyê yên berê jî hene, ya bi îdiaya Rêxistina Dewletê ya Paralal di jêpirsîna Tahşiyeyê ya di sala 2009an de kumpas çêkiriye û bêûsulî kiriye hat amadekirin. 

Di îdianameya ku pêşkêşî tesdîqa serdozgeriyê kirin de 64 kesên mexdûr û miştekî hene. Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê jêpirsîna ku bi îdiaya Rêxistina Dewletê ya Paralel di lêpirsîna Tahşiyeyê ya ku di sala 2009an de hat kirin de kumpas çêkiriye û bêûsulî kirine, temam bû. 

Di îdianameya ku Fetûllah Gulen tê de wekî gumanbarê sereke cî digire de, 15 jê girtî 32 kesên ku Serokê Koma Weşanê yê Samanyoluyê Hîdayet Karaca, midûrên ewlehiyê yên berê Tûfan Erguder, Alî Fuat Yilmazer, Yurt Atayun, Omer Kose û Mutlu Ekîzoglu jî di nav de ne wek gumanbar cî girtin.

Di îdianameyê de hat xwestin ku Fetûllah Gulen ji ber sûcê "avakirina rêxistina terorê ya çekdar û birêvebirina wê" ji 15 salan heta 22,5 salî, ji sûcê "di belgeyên fermî de sextekarî" ji 3 salan heta 7,5 salî û ji sûcê "bêbextiyê" ji 1ê heta 4 salan bi tevahî ji 19 salan heta 34 salan bi cezaya hepsê bê cezakirin.

Di îdianameyê de ji bo 32 gumanbarên din jî ji sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" ji 7,5 heta 15 salan, ji sûcê "di belgeyên fermî de sextekarî" ji 3 salan heta 7,5 salan û ji sûcê "bêbextiyê" ji 1 salê heta 4 salan bi tevahî ji 11,5 salan heta 26 salan bi cezayê hepsê bên cezakirin.

Hat ragihandin ku dosyeya lêpirsînê ya der barê Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Zamanê Ekrem Dumanli û gumandarên din de jî hatiye veqetandin û lêpirsîn berdewam dike.

- Rabirdûya lêpirsînê 

Li ser giliya Mehmet Nûrî Tûranê xwediyê Weşanxaneya Tahşiyeyê Buroya Sûcên Rêxistinî û Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê "Rêxistina Dewletê ya Paralel" de lêpirsîn dabû destpêkirin, di çarçoveya lêpirsînê de di kanûna pêşîn a 2014an de operasyon hat kirin.

Di vê çarçoveyê de 31 kesên tê îdiakirin ku di 2009an de di operasyona ser koma "Tahşiyeyiyan" de "ji ber xwe ve sûc û delîl derxistine" "ji gumanbaran re kumpas çêkirine" de biryara binçavkirinê hat dayîn. 

Midûrê Weşana Giştî yê Rojnameya Zamanê Ekrem Dûmanli, Serokê Koma Weşanê yê Samanyoluyê Hîdayet Karaca, rojnamevan Nûh Gonultaş, çêkerê rêzefîlma "Sûngûrlar"ê Salîh Aslan, derhênerê rêzefîlma "Sûngûrlarê" Engîn Koç, senarîstê rêzefîlma "Tek Turkiye"yê Alî Kara û Midûrê Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re yê Stenbolê yê berê Tûfan Erguder jî di nav de 31 kes hatin derdestkirin, ji gumanbaran Karaca jî di nav de 4 kes hatin girtin.

Di çarçoveya lêpirsînê de der barê Fetûllah Gulen de jî bi daxwaza girtinê biryara girtinê hat derxistin. 

Pişt re di çarçoveya vê lêpirsînê de Midûrê Şûbeya Têkoşîna bi Terorê re yê Stenbolê yê berê Yurt Atayun û Midûrê Şûbeya Îstixbaratê yê heyamê Alî Fûat Yilmazer jî di nav de 5 kesên din jî hatin girtin.

Di merheleya duyem a lêpirsînê de jî di 17ê hezîranê de li 15 bajarên ku di nav wan de Stenbol jî heye operasyon hatin kirin, di operasyonan de 20 polês hatin binçavkirin, polês piştî miameleyên wan sewqî dadgehê kirin, ji polêsan 4 kes hatin girtin. Bi tevahî der barê jêpirsînê de 15 kes girtî ne.

Di merheleya sêyem a jêpirsînê de jî der barê 8 polêsên tê îdiakirin ku "ji ber xwe ve sûc û delîl derxistine" û kumpas çêkirine" de biryara binçavkirinê hat derxistin, ji polêsên ku di nav wan de yên bi rutbe jî hene 7 polês hatin girtin. Di lêgerîna mala midûrekî polêsan ên ku hatibû binçavkirin de kopyeyên qeydên guhdarkirina hin telefonan hatin dîtin û li ser van qeydan lêkolîn hat kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın