Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Serokê Dewleta Brezîlyayê Lula da Silva ra hevdîtin kir

- Erdogan di hevdîtinê da diyar kir, Xeze di serî da NY nikare rê li pevçûnên li dinyayê bigire, nikare krîzan çareser bike û her wiha ew yek di cih da ye ku Brezîlyayê di serokatiya serdemê ya G20î da Reforma Hevrêvabirina Kurewî anî rojevê

Mümin Altaş  | 18.11.2024 - Rojanekırın : 18.11.2024
Serokomar Erdogan bi Serokê Dewleta Brezîlyayê Lula da Silva ra hevdîtin kir

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan li Brezîlyayê ku ji bo beşdariya Zîrweya Lîderên G20î lê ye, bi Serokê Dewleta Brezîlyayê Lula da Silva ra hat cem hev.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di hevdîtina li Keleha Copacabanayê da peywendiyên dualî yên Tirkiye û Brezîlyeyê û her wiha mijarên herêmî û kurewî hatin gotûbêjkirin.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da destnîşan kir, di geşbûna peywendiyên Tirkiye û Brezîlyayê da diyaloga di asta bilind da giring e û ew ê xebatên xwe bidomînin da ku hevkariya stratejîk a di navbera herdu welatan da pêşdatir bibin.

Erdogan her wiha bal kişand ku li hemberî êrîşkariya Îsraîlê helwesta Brezîlyayê hêjayî teqdîrê ye, ji bo qedexekirina firotina çek û cebilxaneyê ya bo Îsraîlê, Tirkiyeyê di nezdê Neteweyên Yekbûyî (NY) da teşebus da destpêkirin, ji bo pêkanîna agirbesta mayînde li Filistînê, veguhestina alîkariyên mirovî bo herêmê û çareseriya adilane ya li ser bingeha du dewletî, çi ji destê Tirkiyeyê tê, dê bike.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da diyar kir, Xeze di serî da NY nikare rê li pevçûnên li dinyayê bigire, nikare krîzan çareser bike û her wiha ew yek di cih da ye ku Brezîlyayê di serokatiya serdemê ya G20î da Reforma Hevrêvabirina Kurewî anî rojevê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.