Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Di hedefa nû ya polîtîkaya Îsraîlê ya komkujî, dagirkerî û îstilayê da Libnan û gelê Libnanê heye"

Kaan Bozdoğan  | 28.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Serokomar Erdogan: "Di hedefa nû ya polîtîkaya Îsraîlê ya komkujî, dagirkerî û îstilayê da Libnan û gelê Libnanê heye"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir Îsraîl ji 7ê Cotmeha 2023yan vir va polîtîkaya komkujî, dagirkerî û îstilayê dimeşîne û hedefa nû jî Libnan û gelê Libnanê ye.

Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha got, "Îsraîl ji 7ê Cotmehê vir va polîtîkaya komkujî, dagirkerî û îstilayê dimeşîne û hedefa nû jî Libnan û gelê Libnanê ye. Di encama êrîşên hovane yên Îsraîlê da di nava hefteya dawîn da zarok jî di navê da gelek Libnanî hatine kuştin. Tu kesê xwedî wijdan vê êrîşê qebûl nake, nikare mezûr û rewa bibîne. Hikûmeta Îsraîlê bi saya hêzên ku alîkariya çek û cebilxaneyê didin qetlîamên wê gewî dibe û her diçe hiqûqa navneteweyî nas nake."

Serokomar Erdogan di parvekirina xwe da destnîşan kir polîtîkaya dînbûnê ya ku Îsraîl li Xeze û Ramellahê dike, dixwaze li Libnan û herêmên din belav bike, divê êdî jê ra bê gotin 'bes e' û wiha got, "Ez êrîşên Îsraîlê yên dervayî mirovî yên dijî Libnanê lanet dikim, ez ji Xwedê hêviya rehmetê ji qurbaniyan ra û hêviya şifayê ji birîndaran ra dixwazim. Gorî baweriya me divê alema Îslamê dijî van êrîşan sekneke hê biryardar nîşan bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın