Serokomar Erdogan: "Dixwazim mizgîniya ku me pêvajoya tayînkirina 25 hezar mamosteyên nû daye destpêkirin, bidim"
Serokomar Erdogan got ku "Dixwazim mizgîniyê bidim ku me pêvajoya 10 hezar jê ji bo Akademiya Perwerdeya Neteweyî tayînkirina 25 hezar mamosteyên nû daye destpêkirin."

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Dixwazim mizgîniyê bidim ku me pêvajoya 10 hezar jê ji bo Akademiya Perwerdeya Neteweyî tayînkirina 25 hezar mamosteyên nû daye destpêkirin."
Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneya Serokomariyû daxuyanî dan.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku di heyameke ku rageşî zêde bûne, bêrawestan qeyranên nû derdikevin da em wek Tirkiye dê ji niha pê va jî pêşaniyê bidin edalet, aştî û dîplomasiyê.
Erdogan got "Mixalefet ji bo ku lêpirsînên gendeliyê bincil bike lavayan li Rojava dike lê em di asta gerdûnî da zêdekirina îtibara Tirkiyeyê didomînin."
Serokomar Erdogan di mijara Sûriyeyê da jî ev gotin:
"Kî pêşî lê bigire ku Sûriye bigihêje îstiqrar û aramiya mayînde ez bi eşkereyî dibêjim ku dê hikûmeta Sûriyeyê û me li pêşberî xwe bibînin. Me çawa destûr neda ku bi korîdora terorê Sûriye parçe bibe em bi heman awayî destûr nadin ku bi korîdorên din va ev welêt parçe bibe. Li Sûriyeyî îhtimala paşda vegera berî 8ê kanûnê ji holê rabûye. Bi şoreşa 8ê kanûnê va li wî welatî êdî heyameke nû dest pê kiriye. Di mijara Sûriyeyê da hin aktor şûna ku berxwedana kevirê sebrê ya Tirkiyeyê biceribînin divê qîmeta dostaniya Tirkiyeyê bizanin, ne wekî rêxistinê divê wekî dewletê tevbigerin."
Serokomar Erdogan der barê qeşaya ziraî ya ji ber sir û sermayê da jî ev gotin:
"Di serî da zad, hewêç û tovên bi don di berhemên xwedî girîngiya stratejîk in da xetereyeke ku bandorî teleba xurekê ya nav welêt bike tune. Wezareta me ya Çandinî û Daristanê ji bo pêkanîna berdewama hilberînê û ewlehiya erz û telebê pêngavên hewce diavêje. Dixwazim bila bê zanîn ku hikûmeta me bi hemû derfetên xwe va di van rojên dijwar da li ba cotkarên me, hilberînênerên me ye."
Serokomar Erdogan got ku "Bi zêdebûna cezayan va bi awayekî dereqanûnî bikaranîna çakaran ji sedî 80 kêm bû. Em heta ku ev dakeve sifirê dê kontrolên xwe bidomînin"
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.