Polîtîka

Serokomar Erdogan: Em li bendê ne ku tengavkirinên îxracatê bi awayekî mayînde werin rakirin

Serokomar Erdogan: "Em li bendê ne ku (bi Amerîkayê ra di qada eskerî da) tengavkirinên îxracatê bi awayekî mayînde werin rakirin"

Mustafa Hatipoğlu, Mikail Bıyıklı, Gökçe Karaköse, Mehmet Yusuf Melikoğlu  | 24.09.2024 - Rojanekırın : 25.09.2024
Serokomar Erdogan: Em li bendê ne ku tengavkirinên îxracatê bi awayekî mayînde werin rakirin

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Amerîka di du salên dawîn da bû welatê duyemîn ku me herî zêde îxracat pê ra kiriye, di nava welatên ku me herî zêde îtxalat pê ra kiriye da jî bû welatê pêncemîn."

Konseya Kar a Tirkiye-Amerîkayê (TAÎK) Konferansa Veberhênanê ya Tirkiyeyê ya 15emîn li dar xist û Erdogan di çarçoveya konferansê da bi karsazên Amerîkayî û Tirk ra civiya. Erdogan ji bo ku bûn wesîleya vê civînê, spasiya Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê, Konseya Kar a Amerîka û Tirkiyeyê û Konseya Kar a Tirk-Amerîkan a girêdayî DEÎKê kir.

Erdogan destnîşan kir, ev hevdîtina ku êdî bûye mînanî kevneşopekê, li gor baweriya wî seba tevkarî û şirîkatiyên nû yên karsazên her du welatan, derfeteke girîng e.

Serokomar Erdogan wiha axivî, "Tevkariya me ya di qada sanayiya parastinê da ji ber tengavkirinên salên dawîn mixabin pir li paş potansiyela xwe ma. Bi projeya modernîzasyona F-16an va ez hêvî dikim ku me rûpeleke nû vekir, em li bendê ne ku di vê qadê da tengavkirinên îxracatê bi awayekî mayînde werin rakirin."

Erdogan diyar kir ku çalakbûna sanayiya parastinê ya Tirk ji aliyê helqeya tedarîkê ya kurewî va jî firsendeke bêreqîb dide û daxuyand ku di hilberîn û peydakirina topên ku kalîbreya wan 155 mîlîmêtre ye da tevkarî hat tesîskirin û ev jî ji bo çalakbûnê ji mînakên herî berbiçav yek e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.