Polîtîka

Serokomar Erdogan li Amerîkayê TURKEN Foundation ziyaret kir

Mehmet Yusuf Melikoğlu  | 22.09.2024 - Rojanekırın : 23.09.2024
Serokomar Erdogan li Amerîkayê TURKEN Foundation ziyaret kir

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li New Yorka bajarê Amerîkayê TURKEN Foundationa ku Weqfa Ciwanî û Xizmeta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê (TURGEV) û Weqfa Ensarê bi hev ra ava kir, ziyaret kir.

Serokomar Erdogan ji bo ku beşdarî Lijneya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe û hevdîtinan bike, li New Yorkê ye. Erdogan li New Yorkê ji Turkeviyê derket û derbasî TURKEN Foundationê bû.

Serokomar Erdogan bi Emîne Erdogana jina xwe ra ev der ziyaret kir û paşê derbasî Turkeviyê bû.

- Serokomar Erdogan, Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama qebûl kir

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Serokwezîrê Albanyayê Edi Rama qebûl kir.

Serokomar Erdogan ji bo ku beşdarî Lijneya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe û hevdîtinan bike, li New Yorkê ye. Erdogan li Turkeviyê Serokwezîrê Albanyayê Rama ra hevdîtin kir.

Hevdîtina Erdogan û Rama bêyî çapemeniyê hat kirin.

- Serokomar Erdogan li ber Mala Tirkan a li Amerîkayê bi dilgermî hat pêşwazîkirin

Serokomar Recep Tayyip Erdogan ê ku bi mebesta beşdariya 79emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat bajarê New Yorkê yê Amerîkayê, li ber Mala Tirkan a li Amerîkayê bi dilgermî hat pêşwazîkirin.

Serokomar Erdogan ê ku bi balafira "CAN"ê gihîşt Balafirgeha Navneteweyî ya John F. Kennedy, ji vir digel xanima xwe Emîne Erdoganê derbasî Mala Tirkan bû.

Serokomar Erdogan û xanima wî Emîne Erdogan ji hêla qelebalixiya li ber Mala Tirkan li benda wan bûn, bi dilgermî hatin pêşwazîkirin.

Erdogan û xanima xwe ber bi welatiyên alaya Tirk di destan da meşiyan û qederekê bi wan ra sohbet kirin.

Serokomar Erdogan û jina wî Emîne Erdoganê piştî silav dan mensûbên çapemeniyê, digel heyeta bi xwe ra derbasî Mala Tirkan bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın