Polîtîka

Serokomar Erdogan li Meclisê di bernameya fitarê da bi parlementeran ra civiya

Aynur Ekiz, Fatma Sevinç Çetin  | 14.03.2025 - Rojanekırın : 14.03.2025
Serokomar Erdogan li Meclisê di bernameya fitarê da bi parlementeran ra civiya

TBMM

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan derbarê Tirkiyeya bêteror got, "Ez di wê baweriyê da me, bêyî dirêjkirin, bêyî biçe vî alî wî alî, bêyî cambazî înşelle ewê encama çaverêkirî bê sitandin."

Serokomar Erdogan li Meclisê bi mazûvaniya Serokê TBMMê Numan Kurtulmuş di bernameya xwarina fitarê da bi parlementeran ra civiya.

Erdogan derbarê Tirkiyeya bêteror got, "Ez di wê baweriyê da me, bêyî dirêjkirin, bêyî biçe vî alî wî alî, bêyî cambazî înşelle ewê encama çaverêkirî bê sitandin."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Em dikin armanc ku ji musîbeteke ku ev 40 sal e bûye girêka pê, bûye sedema mirina bi deh hezaran mirovên me, bi awayekî mayinde û teqez rizgar bibin."

Erdogan wiha pê da çû:

"Em dibêjin bila teror bi dawî bibe, êş bi dawî bibe, biratiya me xurt bibe, êdî li vî welatî xwîn û rondik nerijin. Em dixwazin welat û herêmeke ku teror lê tune be ji zarokên xwe bihêlin. Lê em jî baş dizanin ku hinek ji ber zêdebûna hêza îhtîmaleke wiha xema wan heye û naxwazin belaya terorê ya 40 salî ji holê rabe û siyaseta sivîl bi ser bikeve."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.