Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Mecrayên medyaya civakî êdî bûne navgîna operasyoneke mezin"

Ekip  | 16.09.2024 - Rojanekırın : 17.09.2024
Serokomar Erdogan: "Mecrayên medyaya civakî êdî bûne navgîna operasyoneke mezin"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got: "Mecrayên medyaya civakî yên ku tu rêgez, nirx û sînorekî exlaqî jê ra tunene, êdî bûne navgîna operasyoneke mezin."

Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê beşdarî Merasima Vekirina Serdema 1emîn a Perwerdeya Alîkarên Dadger û Dozgeran bû û tê da axivî.

Serokomar Erdogan got cihê sûcdaran girtîgeh in û wiha axivî: "Cihê sûcdar û kesên ku qesda mal, milk, namûs û canê milet dikin ne kuçe ne, girtîgeh in û ew ê cezayê xwe heya radeya dawîn bikişînin."

Erdogan bal kişand ser biryarên ku dadgeh didin û wiha dewam kir: "Heke li ser îlaman hatibe nivîsandin ku dadgehên me li ser navê miletê Tirk biryaran didin, tiştekî siruştî ye ku di dozan da hesasiyetên civakî li ber çavan bên girtin. Biryarên ku wijdana civakê teskîn nakin, kêrî edilandina aştî û aramiya sosyal jî nayên."

- "Em ê li gor daxwaz, hêvî û gazindên civakê gavên nû bavêjin"

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku ew ê guh bidin hêvî û daxwazên civakê û wiha pê da çû: "Em ê li gor daxwaz, hêvî û gazindên civakê gavên nû bavêjin, ji xwe ra hedefên nû diyar bikin û rêwîtiya xwe bidomînin. Her çiqas me dewleta xwe ji bermayiyên FETOyê û wesayetê paqij kiribe jî, em ê dîsa jî bi baldarî û hişyarî têkoşînê bidomînin."

- "Mecrayên medyaya civakî êdî bûne navgîna operasyoneke mezin"

Erdogan mecrayên medyaya civakî rexne kir û wiha got: "Mecrayên medyaya civakî yên tu rêgez, nirx û sînorekî exlaqî jê ra tunene, êdî bûne navgîna operasyoneke mezin. Dema ku ji bo meraqa civakê weşan tên kirin, divê ewlehiya lêpirsînê ya ku dewam dike jî bê parastin, ev berpirsiyariya her kesî ye. Divê em destûrê nedin ku bi hinceta cinazeyên zarokên bêguneh li ser nirxên baweriya milet, saziya malbatê û saziyên dînî hesabên siyasî û îdeolojîk bên kirin. Divê em nehêlin ku edalet bibe qurbana reytîng û nêçîra hevbandoriyê. Di serî da medyaya me, divê hemû berpirsiyar hesasiyeta herî zêde nîşan bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.