Serokomar Erdogan: "Tirkiye û Azerbaycan ligel aştî, aramî û refahê ne"
Serokomar Erdogan got ku "Tirkiye û Azerbaycan ligel aştî, aramî û refahê ne. Em li herêma xwe aştiyê dixwazin, hevkariyê dixwazin, em dixwazin ku hemê bi hev ra pêş bikevin."

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Tirkiye û Azerbaycan ligel aştî, aramî û refahê ne. Em li herêma xwe aştiyê dixwazin, hevkariyê dixwazin, em dixwazin ku hemê bi hev ra pêş bikevin."
Serokomar Erdogan bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev ra di Merasima Vekirina Xeta Boriyê ya Xaza Sirûştî ya Îdir-Naxçivanê" da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dê Xeta Boriyê ya Xaza Sirûştî ya Îdir-Naxçivanê di warê vejenê da teşebûsên stratejîk ên berê temam bike û ev gotin:
"Em îro projeyeke ku dê ewlehiya vejenê ya Naxçivanê çendî salan hilde bin temînatê dixin xizmeta welatên xwe. Em biryardar in ku ji niha pê va her projeyên ji bo aştî, refah û aramiya herêmî bi hev ra tetbîq bikin.
Tirkiye û Azerbaycan ligel aştî, aramî û refahê ne. Em li herêma xwe aştiyê dixwazin, hevkariyê dixwazin, em dixwazin ku hemê bi hev ra pêş bikevin."
Serokomarê Azerbaycanê Îlhem Eliyev jî di bernameyê da axivî û got ku "Xetên boriyê yên Neft/Xazê tenê welatên me negihand hev di heman demê da nexşeya vejenê ya Avrasyayê jî guherand."
Serokomarê Azerbaycanê eliyev destnîşan kir ku yekîtiya di navbera Tirkiye-Azerbaycanê da ji bo cîhana Tirkan piştgiriyeke mezin e û got ku "Di yekbûna cîhana Tirkan da rola Birêz Erdogan gelekî zêde ye."