Tirkiyeyê ji bo kesên ku li Îranê di teqînê da mirin peyama sersaxiyê weşand

Ankara
Wezareta Karên Derva ji bo kesên ku di teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li Kendava Besrayê da hatin kuştin, peyama sersaxiyê weşand.
Wezaretê der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da û diyar kir, ew bi xemgînî hîn bû ku li başûrê Îranê, li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li qeraxê Kendava Besrayê teqîn çêbû û gelek kes tê da hatin kuştin û birîndar bûn.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Serê eqrebayên kuştiyan û gelê Îranê sax be, Xwedê şifayê ji birîndaran ra bişîne."
Li başûrê Îranê ji ber teqîna li Keştîgeha Bender Ebbasê ya li peravê Kendava Besrayê jimara kuştiyan derketibû 8an û ya birîndaran jî derketibû 750î.