Polîtîka

Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Ji bo cîbicîkirina çareseriya dudewletî em nikarin li hêviya niyetbaşiya Îsraîlê bimînin"

Şerife Çetin  | 27.09.2024 - Rojanekırın : 28.09.2024
Wezîrê Karên Derva Fîdan: "Ji bo cîbicîkirina çareseriya dudewletî em nikarin li hêviya niyetbaşiya Îsraîlê bimînin"

New York

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got, "Ji bo cîbicîkirina çareseriya dudewletî em nikarin li hêviya niyetbaşiya Îsraîlê bimînin."

Fîdan li New Yorka bajarê Dmerîkayê beşdarî civîna ku Koma Temasa Xezeyê ya Komkara Erebî û Civaka Hevkariya Îslamî digel Yekîtiya Ewropayê (YE) û Norwecê li darxist bû û gotarek pêşkêş kir.

Fîdan bal kişand ser wê yekê ku îhtîmala bidawîbûna "harbûna kuştinê" ya Îsraîlê li Xezeyê nîne û hevdîtinên ji bo agirbestê jî ketine rêyeke girtî.

Wezîr Fîdan tekezî li wê yekê jî kir ku Serokwezîrê Îsraîlê her car dibe rêgirê hewlên agirbestê û got, "Îsraîlê êrîşkariya xwe pêşî li Şerîeya Rojava û Rojavayê Qudsê û nuha jî li Lubnanê berbelav kir. Ji ber Netanyahu rewşa herêma me hatiye qonaxeke xeternak û di nava agir da ye."

Fîdan got, "Ew pergala girêdayî mercan a ku civaka navneteweyî gelekî giringiyê didiyê tarûmar bûye. Êrîşkariya Îsraîlê gihiştiye asteke qirkirinê."

Wezîr Fîdan her wiha got, "Ji bo cîbicîkirina çareseriya dudewletî em nikarin li hêviya niyetbaşiya Îsraîlê bimînin."

- Wezîr Hakan Fîdan bi hevtayê xwe yê Misrî Ebdulatî ra civiya

Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan li Turkeviya li New Yorkê bi Wezîrê Karên Derva yê Misrê Bedir Ebdulatî ra civiya.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya li ser hesabê Xê da hat diyarkirin, Fîdanê ku di çarçoveya civîna 79emîn ya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da li New Yorka bajarê Amerîkayê ye, bi Wezîrê Karên Derva yê Misrê Ebdulatî ra civiya.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.