Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan serdana Cezaîrê dike

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan 20-21ê Nîsanê serdana Cezaîrê dike.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat hildan, Wezîr Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya 2 rojî da ewê digel Wezîrê Karên Derva yê Cezaîrê Ehmed Attaf hevseroktiya sêyemîn civîna Koma Plansaziya Hevbeş a Tirkiye-Cezaîrê bike.
Tê çaverêkirin Wezîr Fîdan ji aliyê Serokomarê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebbûn va bê pêşwazîkirin. Her wiha Fîdan dê vekirina fermî ya Serqonsolxaneya Tirkiyeyê ya li Oranê bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.