Wezîr Fîdan: "(Pêşniyaza Trump) Em li dijî ji Xezeyê derxistina gelê Filistînê ne"

Ankara
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê pêşniyaza Serokê Amerîkayê Donald Trump ya derxistina gelê Filistînê ya ji Xezeyê da wiha got: "Em bi tevahî li dijî projeyên derxistina gelê Filistînê ya ji Xezeyê, koçberîkirina wan û şandina wan a ji bo welatên din in. Bi rastî jî ev pêşniyazeke li dijî hiqûqa mirovahiyê ye."
Wezîr Fîdan li Dohaya paytextê Qeterê bi Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derva Mihemed bîn Ebdurehman El Sanî ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Fîdan bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye li pişt danezana ku li Qahîreyê hat pêşkêşkirin disekine, piştgiriyê dide û wiha axivî: "(Pêşniyaza Trump) Em bi tevahî li dijî projeyên derxistina gelê Filistînê ya ji Xezeyê, koçberîkirina wan û şandina wan a ji bo welatên din in. Bi rastî jî ev pêşniyazeke li dijî hiqûqa mirovahiyê ye."
Fîdan anî ziman ku divê her kes li dijî vê yekê bisekine.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.