Polîtîka

Erdogan: "Em ê îsal 100 Navendên Jiyana Tenduristiyê yên ku dê di 16 branşên cuda da xizmetê bidin bixin xizmetê"

Serokomar Erdogan got ku "Em ê îsal 100 Navendên Jiyana Tenduristiyê yên ku dê di 16 branşên cuda da xizmetê bidin bixin xizmetê."

Kaan Bozdoğan  | 19.04.2025 - Rojanekırın : 19.04.2025
Erdogan: "Em ê îsal 100 Navendên Jiyana Tenduristiyê yên ku dê di 16 branşên cuda da xizmetê bidin bixin xizmetê"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku di 23 salên dawîn da di warê tenduristiyê da veguherîneke mezin kirin û got ku "Me li welatê xwe binesaziyeke tenduristiyê ya nûjen a ku li dinyayê mînak tê qebûlkirin û gelek welêt tên û li serê lêkolîn dikin ava kir. Em bi bijîşkên malbatê, polîklînîkan va, bi nexweşxane, her cure amûrên herî teknolojîk va li gor 23 sal berê di asteke wisa da ne ku nedihat xeyalkirin jî."

Serokomar Erdogan di vekirina Nexweşxaneya Nexweşiyên Zarokan û Welidîna Jinan a Bagcilarê da axivî.


Serokomar Erdogan veguherînên di warê tenduristiyê da hatin kirin destnîşan kir û got ku "Me di 23 salên dawîn da di warê tenduristiyê da veguherîneke mezin kir. Me li welatê xwe binesaziyeke tenduristiyê ya nûjen a ku li dinyayê mînak tê qebûlkirin û gelek welêt tên û li serê lêkolîn dikin ava kir. Em bi bijîşkên malbatê, polîklînîkan va, bi nexweşxane, her cure amûrên herî teknolojîk va li gor 23 sal berê di asteke wisa da ne ku nedihat xeyalkirin jî. Helbet dibe ku hin kêmasî hebin lê em ji bo çareserkirina wan jî gelekî hewl didin."

- "Em ê îsal 100 Navendên Jiyana Tenduristiyê yên ku dê di 16 branşên cuda da xizmetê bidin bixin xizmetê"

Serokomar Erdogan bal kişand ku di 23 salan da li welat di warê xizmetên tenduristiyê da şoreşek pêk hat û got ku "Me li tevahiya welatê xwe 391 nexweşxaneyên nû ava kirin û jimara nexweşxaneyên xwe derxist 1547an. Me kapasîteya nivînên nexweşxaneyên xwe ji 164 hezarî hilda û derxist 270 hezar û 511an. Em îro xizmeta tenduristiya li malê didin ser 2 milyon û 840 hezarî welatiyên xwe. Em ê îsal 100 Navendên Jiyana Tenduristiyê yên ku dê di 16 branşên cuda da xizmetê bidin bixin xizmetê."

Serokomar Erdogan got ku "Yek bi yek derdikeve holê ka çavkaniyên divê ji bo Stenbolê bên xerckirin ji kî ra hatiye pêşkêşkirin, ketine berîka kî, kî û kî dewlemend bûne."

Erdogan der barê nîqaşên welidîna normal da jî ev gotin:

"Ez ji kesên ku bi gotinên gelekî kirêt va hefteyek e welweleyê derdixînin dipirsim, çima hûn jê aciz dibin ku Wezareta me welidîna normal teşwîq dike? Tehdîdên ku 10-20 sal pişt ra li benda me ne li holê ne, ji ber ku hûn aciz dibin em dijî van têkoşînê nedin? Di heyama ku rêjeya zarokanînê û rêjeya zêdebûna nifûsa me alarmê dide da tu wextê me yê ku em ji van hezeyanan ra veqetînin tune."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın