Polîtîka

Ji Serokomar Erdogan bo Eyda Remezanê hewla dîplomasiyê

Serokomar Erdogan bi Serokdewletê Filistînê Ebas, Serokomarê Azerbaycanê Eliyev, Serokdewletê Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî Al Nahyan jî di nav da bi gelek serokan ra bi têlefonê axivî û Eyda wan a Remezanê pîroz kir

Mikail Bıyıklı  | 29.03.2025 - Rojanekırın : 01.04.2025
Ji Serokomar Erdogan bo Eyda Remezanê hewla dîplomasiyê

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ra bi têlefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da têkiliyên Tirkiye û Îranê, mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.

Serokomar Erdogan di axaftinê da diyar kir ji bo ku têkiliyên wan hê bêtir pêş bikevin dê hewldanên wan di heyama pêş me da jî dewam bikin.

Serokomar Erdogan Eyda Remezanê jî ya Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan pîroz kir.

Serokomar Erdogan her wiha bi Serokomarê Azerbycanê Îlham Eliyev, Endamê Hirwat û Konseya Serokatiya Dewletê ya Bosna-Hersekê Zeljki Komsîc, Serokomarê Senegalê Bassirou Diomaye Diakhar Faye, Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn, Serokdewletê Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî (MEY) Mihemed bîn Zayîd Al Nahyan ra jî bi têlefonê axivî û Eyda wan a Remezanê pîroz kir.

- Serokomar Erdogan bi Serokomarê Misirê Es-Sîsî ra bi têlefonê axivî

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokomarê Misirê Ebdulfetah es-Sîsî ra bi têlefonê axivî. Di axaftinê da diyar kir ji bo ku demildest komukiya piştî ku Îsraîlê agirbesta li Xezeyê îxlal kir dest pê kir bi dawî bibe, agirbesta mayînde û aştî pêk bê di bi kêr be ku Tirkiye û Misir bi hev ra bixebitin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Serokomar Erdogan bi Serokomarê Misirê Es-Sîsî ra bi têlefonê axivî.

Di axaftinê da têkiliyên Tirkiye û Misirû û mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.

Serokomar Erdogan di axaftinê da got girîng e ku Tirkiye û Misir di mijarên ku Tirkiye û Misirê eleqedar dikin da bi hev ra di nav kordînasyonê da tevbigerin.

Serokomar Erdogan diyar kir bo ku demildest komukiya piştî ku Îsraîlê agirbesta li Xezeyê îxlal kir dest pê kir bi dawî bibe, agirbesta mayînde û aştî pêk bê di bi kêr be ku Tirkiye û Misir bi hev ra bixebitin.

Erdogan destnîşan kir ku Tirkiye dê ji niha pê va jî li ba gelê Filistînê cî bigire û da zanîn ku sewqiyata alîkariyên mirovî bo Bendergeha El-Arîşê dê dewam bikin û ji ber piştgiriya wan spasiya Misirê jî kir.

Erdogan Eyda Remezanê jî ya Ebdulfetah Es-Sîsiyê Serokomarê Misirê pîroz kir.

- Serokomar Erdogan û Serokê Filistînê Ebas bi telefonê axivîn

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Filistînê Mehmûd Ebas bi peywedniyeke telefonê li ser êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistînê, mijarên herêmî û cîhanî axivîn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê di axaftina bi telefonê ya Serokomar Erdogan û Serokê Filistînê Ebas da êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistînê, mijarên herêmî û cîhanî hatin gotûbêjkirin.

Serokomar Erdogan di peywendiyê da diyar kir ku bi êrîşên Îsraîlê yên ku dîsa tên kirin qeyrana mirovî ya li Xezeyê kûrtir bûye û Filistînî dikarin bi yekîtiyê vê pêvajoyê derbas bikin.

Erdogan tekezî kir ku Tirkiye ji bo ku dengê Filistînê di her platformê da bê bihîstin dê xebatên xwe bidomîne û hêviya xwe ji bo aştî û aramîya gelê Filistînê anî ziman.

Erdogan di peywendiyê da cejna Serokê Filistînê Ebas pîroz kir.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.