Serokatiya Ragihandinê der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama da daxuyanî da:
Istanbul
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, Xeze di serî da komkujiyên ku Îsraîl li ser axa Filistînê dike, zirarê dide aştiya herêmî û kurewî, divê êdî meriv binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navnetweyî bide sekinandin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Ragihandina Serokomariyê hat dayîn, Serokomar Erdogan ji bo ku beşdarî Lijneya 79emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe û hevdîtinan bike, li New Yorkê ye. Erdogan li Turkeviyê Serokwezîrê Albanyayê Rama qebûl kir.
Di hevdîtina ku li Turkeviyê hat kirin da têkiliya dualî ya Tirkiye û Albanyayê, mijarên herêmî û kurewî hatin rojevê.
Serokomar Erdogan diyar kir, Xeze di serî da komkujiyên ku Îsraîl li ser axa Filistînê dike, zirarê dide aştiya herêmî û kurewî, divê êdî meriv binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navnetweyî bide sekinandin, seba vê jî divê dewletên dinyayê hemû bi hev ra ji bo aştiyê tevbigerin, heke wisa bibe jî Îsraîl wê mecbûr bimîne û bisekine.