Serokomar Erdogan bi mebesta beşdarbûna Lûtkeya Lîderên G20ê diçe Brezîlyayê
Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi mebesta beşdarbûna Lûtkeya Lîderên G20ê ewê 18-19ê Mijdarê li Brezîlyayê be.
Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da ragihand ku Serokomar Erdogan bi mebesta beşdarbûna 19emîn Lûtkeya Lîderên G20ê ku biryar e 18-19ê Mijdara 2024an li Rîo de Janerioyê bê lidarxistin, biçe Brezîlyayê.
Altun wiha axivî:
"Di lûtkeyê da ewê Lîderên G20ê di bin navnîşane sereke ya 'Avakirina Cîhaneke Dadwerane û Gerestêrkeke Domdar' di 3 rûniştinan da danûstana fikrê bikin. Tê plankirin ku Cenabê Serokomarê me bi wesîleya lûtkeyê digel Lîderên G20ê û serokdewlet û serokhikûmetên din ra hevdîtinan li dar bixe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.