Polîtîka

Serokomar Erdogan bi Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir

Zafer Fatih Beyaz  | 11.04.2025 - Rojanekırın : 12.04.2025
Serokomar Erdogan bi Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir.

Serokomar Erdogan bi Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzaniyê ku ji bo Foruma Dîplomasiyê ya 4emîn a Antalyayê hatiye Antalyayê ra hevdîtin kir.

Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî hat kirin.

- Der barê hevdîtina Serokomar Erdogan û Serokê HKIyê Nêçîrvan Barzanî da daxuyanî hat dayîn

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di hevdîtina xwe da ya bi Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra diyar kir ku di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da piştevaniya Tirkiye û birêvebiriya herêmî girîng e, Tirkiye dixwaze ku Herêma Kurdistana Iraqê jî di asta herî zêde da ji projeya Rêya Pêşketinê sûd wergire.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê piştî hevdîtina Erdogan û Barzanî ya di çarçoveya Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê daxuyanî da.

Li gor daxuyaniyê di hevdîtinê da digel têkiliyên Tirkiye-Iraqê û hevkariya bi HKIyê ra mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.

Serokomar Erdogan di hevdîtinê da got ji bo îstiqrara herêmê girîng e ku li bakurê Iraqê pêvajoya avakirina hikûmetê demildest bi dawî bibe, Tirkiye rewşa li Kerkûkê jî ji nêz va dişopîne.

Erdogan diyar kir ku di têkoşîna dijî rêxistinên terorê da piştevaniya Tirkiye û birêvebiriya herêmî girîng e, Tirkiye dixwaze ku Herêma Kurdistana Iraqê jî di asta herî zêde da ji projeya Rêya Pêşketinê sûd wergire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.