Serokomar Erdogan bi Waliyê Giştî yê Awistralyayê Mostyn ra hevdîtin kir
- Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Alain Berset jî qebûl kir

Ankara
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi Waliyê Giştî yê Awistralyayê Sam Monstyn ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan li ber deriyê daketinê yê Kuliyeya Serokomariyê pêşwazî li Mostyn kir. Erdogan û Mostyn li merdîwenan li ber alayên Tirkiye û Awistralyayê wêne kişandin.
Di hevdîtina ku ji çapemeniyê ra girtî hat kirin da Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê Fahrettîn altun, Midûrê Qelema Taybet ê Serokomariyê Hasan Dogan û Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç jî cî girt.
- Erdogan bal kişand ser tiştên li axa Filistînê diqewimin
Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariê di hevdîtinê da têkiliyên Tirkiye û Awistralyayê û mijarên herêmî û navneteweyî hatin guftûgokirin.
Serokomar Erdogan diyar kir ji bo ku pireyên dostaniyê yên qedîm ên di navbera Tirkiye û Awistralyayê da bêtir zexim bikin di serî da bazirganî, turîzm, gihandin bi pêngavên ku dê di gelek qadan da bên avêtin va pêşxistina hevkariya xwe dê bidomînin.
Erdogan got ku ji bo ku dawî li helwesta êrîşkar a Îsraîlê ya di serî da Xeze li axa Filistînê nîşan dide bîninn civaka navneteweyî hewldanên xwe zêde bike, li Xezeyê qeyrana însanî gelekî mezin bûye, ji bo ku alîkarî bênavber demildest bigihêjin herêmê Tirkiye gelekî hewl dide û li herêmê aştiyamayînde bi çareseriya dudewletî pêkan e.
- Serokomar Erdogan, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Berset qebûl kir
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Alain Berset qebûl kir.
Hevdîtin li Kuliyeya Serokomariyê, bêyî çapemeniyê hat kirin.
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun, Serşêwirmendê Ewlehiyê û Polîtîkaya Derva yê Serokomariyê Akîf Çagatay Kiliç jî beşdarî hevdîtinê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.