Polîtîka

Serokomar Erdogan: "Bêdengmayina ji tevkuştinên Îsraîlê ra, şirîkatiya vî sûcî ye"

- "Bêdengmayina ji tevkuştinên Îsraîlê ra, şirîkatiya vî sûcî ye. Îsraîl sal û nîvek e, mafên însanî yên bingehîn nas nake, hiqûqa navneteweyî binpê dike û dijî gelê Filistînê bi eşkereyî komkujiyê dike"

Ekip  | 11.04.2025 - Rojanekırın : 12.04.2025
Serokomar Erdogan: "Bêdengmayina ji tevkuştinên Îsraîlê ra, şirîkatiya vî sûcî ye"

Ankara

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ku "Bêdengmayina ji tevkuştinên Îsraîlê ra, şirîkatiya vî sûcî ye."

Serokomar Erdogan di merasima fermî ya Foruma Dîplomasiyê ya 4emîn a Antalyayê (ADF 2025) da axivî.

Serokomar Erdogan der barê Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê da daxuyaniya "Em careke din îlan dikin ku li dewsa pevçûnê diyalogê û li dewsa dijberiyê hişê hevpar û wijdana kurewî tercih dikin" da.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dinya ji 5an mezintir e, lewra mirovahî ji 5an mezintir e û got ku "Em tenê nîştecihên vê erdnîgariyê nînin, di heman demê da em xwedî ne. Hezar sal e em li vir in. Înşeleh hê bi sedsalan emê li vê derê bin. Bi tesîskirina têkiliyên baş bi cîranan ra, bi çêkirina pireyên diyalogê di navbera aliyên dijber da, em hewl didin li derdora welatê xwe kembera aştî û ewlehiyê çêkin."

Serokomar Erdogan bal kişand ku ew di dewsa pevçûnê da herêmeke ku lê xwîn, rondik, êş û rageşî tuneye û lê refah heye, dixwazin û wiha axivî: "Em naxwazin ji ewledên xwe ra dinyayeke wiha bihêlin. Bêdengmayina ji tevkuştinên Îsraîlê ra, şirîkatiya vî sûcî ye. Îsraîl sal û nîvek e, mafên însanî yên bingehîn nas nake, hiqûqa navneteweyî binpê dike û dijî gelê Filistînê bi eşkereyî komkujiyê dike. Heke di cengê da be jî ma dewletek wisa tevbigere çêdibe? Ma navê wê ne terora dewletê ye? Ji ber vê Îsraîl dewleta terorê ye. Îtirazeke mezin ya dijî vê zilmê ji bo me ne tenê ji ber biratiyê di heman demê da wezîfeyeke me ya însanî ye."

Serokomar Erdogan got ku "Kes nikare ji têkoşîna bi qehremanî ya gelê Filistînê ya li dijî dagirkeriyê ra bêje "terorîzm" û reş bike." û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me li vê axê mêvandariya Cihûyan, gelê Îsraîlê yê ku beriya 500 salî ji axa xwe hat qewirandin, kir. Tirkiyeya wê hingê çi be, Tirkiyeya îro dîsa ew e."

Serokomar Erdogan ddi serî da Konseya Ewlehiyê ya NYyê bangî hemû endamên civaka navneteweyî kir ku bila xwîna diherike rawestînin, li ba gelê Filistînê cî bigirin.

Serokomar Erdogan der barê rewşa Sûriyeyê da jî ev gotin: "Bi şoreşa di 8ê Kanûnê da ne tenê li Sûriyeyê li hemû herêmê bo avakirina îstiqrareke mayînde derfet çêbûye û em nikarin bihêlin ku ev derfet badilhewa bibe. (Li Sûriyeyê) bila kes aramiya me, helwesta me ya çareserkirina bi diyalogê, şaş fam neke, bila sikûneta me berê kesî nede hewesên şaş. Ji bo parastina yekîtiya axa Sûriyeyê di serî da Trump û Putîn, li herêmê em bi hemû aktorên sereke ra di heman fikr û diyalogê da ne."

Serokomar Erdogan got ku "Heta terora dewletê ya Îsraîlê li Xezeyê bidome, hewlên agirbestê bên sabotekirin, bombe di ser bindestan da bibarin, hatina aştiya mayinde zehmet dibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.